المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji rêxistina Duhokê ya PDK-S ê serdanda malbata şehîd ” Nêçîrvan Eta Mihemed ” kir

0 76

Diho roja înê 21ê çileya 2022an, bi boneya salvegera 7emîn ser şehîdbûna pêşmerge ” Nêçîrvan Eta Mihemed ” şandek ji rêxistina Duhokê ya bi ser Partiya Demoqrata kurdistan- Sûriya , bi amadebûna endamê komîteya navendî û berpirsê rêxistina Duhokê M” Hacî Kalo ” serdanda malbata pakrewan ” Nêçîrvan Eta ” kirin…

Û di derbarî vê serdanê M” Hacî Kalo ” gotinek pêşkêşkir û têde qehremanî û têkoşînên pêşmerge û bervaniya wan di parastina rûmet û xaka kurdistanê ji dijminan û her di gotina xwe tekez kir wefaderî û piştgiriya wan ji bo malbatên pêşmerge de anî ziman…

Û herwiha ji aliyê xwe malbata pakrewan ” Nêçîrvan Eta “spasiya şanda PDK-S ê kirin derbarî vê serdanê de …

Û tê zanîn ku di 21ê çileya 2015an, di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistinên terorîst yên Daîşê de li gundê Wanikê yê bi ser qezaya Til Kêf li askê Musilê li Herêma kurdistanê jiyana xwe ji dest da….

Û herwiha hêjaya were gotin ku pêşmerge ” Nêçîrvan Eta ” ji daykbûna sala 1992an, li gundê Girê Reş yê bi ser navçeya Dêrikê ve …..

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.