المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI KOMÎTEYA PÊWENDIYAN A NÛNERTIYA ENKSê BI PARTIYA DEMOKRATÎ KURDISTAN- ÎRANÊ RE CIVIYA.

0 75

Di roja yekşemê 27.2.2022an de, şandeke Komîteya Pêwendiyên Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, li baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê – Îranê li koya li gel birêz Xalid Ezîzî sekreterê giştî yê PDK-Î civiyan.

Şanda Komîteya Pêwendiyan ji: (Dr. Kawa Azîzî serokê nûneratiyê, Raman Mele, Wa’il Umer, Fadil Delî û Barzan Merî) pêkhatibû.

Herwiha Şande bi germî ji aliyê:

Birêz Xalid Ezîzî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ,Mistefa Mewlûdî cîgirê sekreterê giştî yê partiyê ,Hesen Qadir Zade endamê ofîsa siyasî ya partiyê ,Xalid Wanaweşe endamê komîta navendî ya partiyê,Amanc Zîbaby endamê cîgirê komîteya navendî û Kerîm Ferxepûr rêveberiya sekreteriya,hatin pêşwazîkirin.

Her du alî li ser peywendiyên dualî û pêşhatên dawî yên siyasî yên Kurdistanê û navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.

Herwiha Dr.Kawa Azîzî li ser rewşa siyasî û aborî li Kurdistana Sûriyê, û rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî di ragihandina daxwaz û êş û azarên gelê me yê kurd ji bo civînên navdewletî axivî.

Û rêzdar Xalid Ezîzî, ji aliyê xwe ve, behsa dawîn pêşhatên siyasî li Kurdistana Îranê kir, û kar di çarçeweya pêkanîna eniyeke Kurdistanî yan jî hevbendiya partiyên nêzîkî nêzîk di nêzîkatî û ramanan de, bi armanca xurtkirin û balkişandina ji bo bidestxistina mafên xwe.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.