المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI KOMÎTEYA PÊWENDIYAN A NÛNERTIYA ENKSÊ BI BERPIRSÊ KOMÎTEYA NAVÇEYA NEWROZÊ YA EWLEKARIYA HÊZÊN HINDIRÎN RE ÇIVIYAN.

0 58

Di roja Yekşemê 6.3.2022an de, şandeke Komîteya Pêwendiyên Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê, bi birêz Hîwa Mintek, berpirsê Komîteya Navçeya Newrozê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn re, li Hewlêrê li ofîsa wan civiyan.

Herwiha şanda Komîteya Pêwendiyan ya ENKSê ji birêz (Dr. Kawa Azîzî, serokê nûneratiyê, Raman Mele, Fadil Delî, Wa’il Umer) pêk dihat.

Herwiha şande bi germî ji aliyê, birêz Hîwa Mintek berpirsê navçeya Newrozê ve hatin pêşwazîkirin.

Herwiha Kawa Azîzî, li ser rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdistana Sûriyê bi taybetî axivî.Navbirî behsa guhertina demografî ya mezin, koçberiya mezin û rewşa siyasî û aborî ya xerab li Kurdistana Sûriyê kir ku ew veguherî girtîgeheke mezinku tê de her tişt kêm e.

Herwiha birêz Raman Mele, bi hûrgilî rewşa penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistanê li hundir û derveyî kampan û şert û mercên xizmetguzariyê yên girêdayî pêdiviyên rojane yên penaberan pêşkêş kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Hîwa Mintek, behsa rewşa Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî kir û amadehiya xwe ya temam ji bo hemahengiyê li gel nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji bo dîtina mîkanîzmeke hevbeş nîşan da. ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan.

Her du aliyan berdewamiya civîn û hemahengiya pratîkî di navbera nûneratî û Komîteya Navçeya Newrozê de jî tekez kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.