المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI HEVRÊZIYA DOMÎZ A TEVGERA ÇAKSAZIYA KURD – SÛRIYA SERDANA KOMÎTEYA KARÛBARÊN PENABERÊN SÛRÎ LI KAMPA FAYDE KIR.

0 66

Di 8.6.2022’an de,Şandeyek ji Hevrêziya Domîz a Tevgera Çaksaziya Kurd-Sûriya bi serokatiya M.Şiyar Xelo Hevrêzê rêxistina tevgerê yê Dihokê û Izeddîn Şekakî Hevrêzê rêxistina tevgerê li kampa Faydeyê û herdû hevalên tevgerê Xelîl Hesen û Ezîza Hacî.

serdana Komîteya Karûbarên Penaberên Sûrî li kampa Fayde kir.

Herwiha şande ji aliyê Mamoste Kawa Hesen Hecî berpirsê komîtê û hejmarek endaman ve hatin pêşwazîkirin.
Di civînê de pirsgirêkên xizmetguzarî û pirsgirêkên civakî û îdarî yên li kampê hatin nîqaşkirin.
Û rêyên dabînkirina baştirîn xizmet û lênêrîna penaberan bi rêya hemahengî û şopandina berdewam ligel dezgehên berpirs.

Herwiha şanda tevgerê bi germî ji aliyê rêveberê kampa Faydayê birêz Serdar Yûnis Xelef ve, hate pêşwazîkirin û di heman demê de balkişand li ser giringiya civînên bi vî rengî ji bo şopandina kar û barên penaberan û destnîşankirina pirsgirêkan û rêyên çareserkirina wan.

Di vê çarçoveyê de, rola rêxistina Tevgera Çaksaziya Kurd li Dihokê (Domiz – Fayde) di şopandina karûbarên penaberên van kampan de, bi berpirsiyaretiyeke bilind nirxand.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.