المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji ENKS ê wê Serdana Waşinton bike piştî Serdana Moskoyê ..

0 65

Wê di 22 vê mehê de  , Şandek ji ENKSê bi Nûnertiya komîta têkiliyên jiderve , Serdana paytexta Emerîka bike û hevdîtinê bi Wezareta jiderve ya Emerîkî bike,

di derbarê vê yekê Birêz “Kamîran Haco” Serokê Ofîsa Têkiliyên Jiderve ya Encumenê  ji Malpera me re got : ” wê di 22ê vê mehê de Şanda me Serdana Waşinton bike ev yek hat ser daxwaza me ku em hevdîtinê bi Wezareta Derve ya Emerîkî bikin , ji bo em ser rewşa Sûriya rawestin û nerîna Encumenê ji wan re bidin xuyakirin ji bo Çareseriyê , û devera Aram jî wê ser masa Giftûgoyê hebe û were axiftin” .

Ev yek tê ku piştî Şanda ENKSÊ di 15 vê mehê Serdana Mosko paytexta Rûsya kiribû bi Serokatiya Kamîran Haco û Endamtiya birêz Ibrahîm Biro û Ismaîl Hesaf ku hevdîtin bi birêz Mêxa’îl Bokdanof Cêgerê Wezîrê Jiderve yê Rûsî , û li ser daxwaza Encumenê bû ku Rûsiyan dane xuyakirin ku ew  palpiştê mafê gelê kurd in .

Leave A Reply

Your email address will not be published.