المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SALVEGERA”18 “EMÎN LI SER ŞEHADETA ” FERHAD SEBRÎ ” ŞEHÎDÊ SERHILDANA QAMIŞLO DERBAS DIBE

0 171

Pakrewan ew kesên ku can û xwîna xwe di ber parastina xaka xwe de dikin ew nayên jibîr kirin û dibin stêrkên geş li ezmanê welatê xwe û di dilê her mirovekî de dimînin ..

 

Yek ji wan şehîdê serhildana Qamişlo “Ferhad Mihemed Sebrî ” , ku ji dayîkbûna sala “1975” an, li Taxa “Qenat Elswês ” ya bajarê Qamişlo, şehîd “Ferhad “, ji malbateke welatparêz û niştîmanperwer bû, di ciwaniya xwe de tevlî nava refên Partî bû û kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî di tevgera kurdî de dikir, ku baweriya wî bi dibistana rêbaza Barzanî hebû.

Û herwiha dema ku şehîd “Ferhad bi rol û erkê xwe yê neteway û kurdayetî û mirovatî dirabû di veguhastina şehîd û birîndarên ji nexweşxaneyên Qamişlo, lê mixabin şehîd “Ferhad ” ji aliyê rêjîma Be’s ve hat girtin û zindankirin ji bo helwest û mêrxasiya wî ya netewayî.

Û herwiha ji rexekî dî ve her di zindanê de “Ferhad ” rastî Îşkenceyê hat kirin di zindanên rêjîma sûriyê, û ev yek bo sedema ku “Ferhad Mihemed Sebrî ” Jiyana xwe ji dest bide û tevlî nava refên pakrewanên 12 Adarê bibe…

û di roja “8” Nîsanê pakrewan “Ferhad ” li goristana ” Mehmeqeya ” bi xakê hat spartin.

Û herwiha tê zanîn Ku di “12” Avdara “2004” an. di lîstika footbolê de, di navbera Tîma Cîhad ya Qamişlo û Tîma Fitiwê ya Dêrezorê, û herwiha alîgirên Tîma Fitiwê bi piştgirtiya rêjîma Be’s êrîşî bi ser welatiyên kurd ên alîgirên Tîma Cîhad kirin.

Û di encama wê êrîşê de li seranserî deverên Kurdistana sûriyê welatiyên kurd derketin xwepêşendanan, lê rêjîmê bi tundî bersiva wan da û bi hezaran kes birîndarbûn û hatin binçavkirin û herwiha bi dihan şehîd ketin.

Lê ev biryarên ku li derheqê kurdan hatin kirin nebû kelem li pêşiya berdewamiya kar û xebata kurdeyatî û netewayî li Kurdistana sûriyê.

 

Ragihandina ENKSê ê

Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.