Wekî tê zanîn ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên bi navê ” Leşkerê Roj ” tên nas kirin , di 12/3/2012an de bi serpirştiya Serok ” Mesûd Barzanî ” hate damezrandin û li milê pêşmergeyên herêmê re şerên dijwar li dijî rêxistinên terorîst de beşdardbûn da ku milet û xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…
Û hêzên pêşmergeyên leşkerê roj ji dema damezrandina wê ta niha bi hezaran şehîd û birîndar danîn…
Û herwiha ku di rojeke wekî îro de di sala 2016an de sê pêşmergeyên Qehreman canê xwe ji dest dan…
Û navê wan şehîdan ev in :
– Nav: Hebîb Qedrî Mihemed
– Pile: pêşmerge
– Ji dayîk bûna: Qamişlo
– Cihê şehîdbûnê: Xazir 14/8/2016..
Û şehîd ” Hebîb Qedrî ” li goristana ” Qidûrbek ” a bajarê Qamişlo bi xakê hat spartin..
Û pakrewan” Ibrahîm Hemza Ferho” …
– Pile: pêşmerge
– Ji dayîk bûna: Qamişlo
– cihê şehîd bûnê: Xazir 14/8/2016
Û şehîd ” Ibrahîm Hemza ” li goristana “Şaxikê” ya li parizgeha Dihokê bi xakê hat spartin..
Û herwiha Pakrewan ” Seyîd Ibrahîm Hemza
– pile: pêşmerge
– ji dayîk bûna: Gundê Meşûq
– cihê şehîd bûnê: Xazir 14/8/2016..
Û hêjaya were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst ên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyan de binvîsin û ji dema damezrandina wê ta niha hîn pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên leşkerê roj di kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî bi armanca parastina milet û sînorê xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî