المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera heftemîn a komkujiya Şengalê

0 63

Îro 3ê Tebaxa 2021an , salvegera Heftemîn a komkujiya Şingalê ve derbas dibe..

 

Wekî tê zanîn ku di 3ê Tebaxa sala “2014”an, rêxistina terorîst a Daîşê bi hovane êrîşî kurdên êzîdî li Şingalê kirin

Û herwiha di derbarê vê êrîşê de kumkûjiyeke mezin derheqê kurdên êzîdî hate encamdan û bi hezaran xelk hatin kuştin û birîndarkirin û herwiha ji bilî wê bi sedan hatin revandin û ta niha hin kes çarenivîsa wan nehatiya diyarkirin…

 

Û herwiha jenosîda Şingalê bû nîşana êş û azaran û birînên kûr li cem kurdên êzîdî yên Şingalê ku bo sedema kuştin û revandin û wêrankirina mal û milkên wan ku ta niha beşek ji welatiyên êzîdî dûrî gund û bajarên xwe ne..

 

Û herwiha di derbarî salvegera heftemîn a Jenosîda Şingalê serokê Herêma Kurdistanê ” Nêçîrvan Barzanî ” di peyama xwe de ragihandin ku karê hevbeş zêdetir bêkirin ji bo ku revandiyên êzîdî bêne rizgar kirin û çarenivîsa wendabûyan bê eşkere û yek alî kirin, bi asayîş û aramiyê navçeyên wan parastî bin û bêne avadankirin da ku bikaribin bi serfirazî vegerin ser mal û milkên xwe..

 

Û herwiha ji rexekî dî ve bi boneya salvegera heftemîn ser êrîşa terorîstên Daîşê ser kurdên êzîdî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê ” Mesrûr Barzanî ” peyamek belavkir û têde ragihandin: ku jenosîda êzîdiyan di wejdanê gelê Kurdistanê û mirovahiyê de dimîne , û herwiha di peyama xwe berdewam kir ku em qurbaniyên hêza pêşmergeyên Kurdistanê bi bîr tînin ku bi biryara Serok Mesûd Barzanî di dema rizgarkirina Şingalê de şehîd bûne…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.