المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SALVEGERA 37EMÎN A PAKREWANKIRINA TÊKOŞER EBDÎ NE’SAN QADIR.

0 71

Wek tê zanîn, têkoşer Ebdî Ne’san Qadir, di 11ê heyva Gûlanê sala 1985an de, hatibû tîrorkirin ji aliyê, rêjîma behes a Sûrî û bi alîkariya melîsên bi ser wê ve.

Herwiha sedema tîrorkirina têkoşerê nemir D.Ebdî Nesan,  ku têkoşer xwedî bîr û bawerî bû û kurdperwe bû û xwedî nerîn bû û baweriya wî bi doza gelê wî yê kurd dihat û Kar û xebata wî bi giştî ji bo parastina mafê gelê kurd li Sûrî bû, Û xwedî bandor bû li ser hemû astên jiyanê û bi roleke giring dixebitî li herêma Kobanê.

Herwiha li gorî zaniyariyan dermanxaneya têkoşer dibû navenda belavkirina dermanan bê beramber (bê pere) û carnan dibû navenda fêrbûna bingehîn zimanê dayikê (Kurdî) nivîsandin û xwendin

Herwiha têkoşer di sala 1978an de tevlî refê partiya Çepê a Kurd li Sûrî bibû û piştre bibû serkirde di partiyê de.

Û sala 1982 hat hilbijartin di komîta navendî d ,di partiya kedkar a Kurdî li Sûrî.

Têkoşer D.Ebdî Nesan di sala 1947 an de, jidayikbûye li gundê ‘Elbilûr yê dikeve rojavayê bajarê Kobanê nêzîkî 5km.

 

Û di roja yekşemê 11ê gulanê sala 1985an de, demjimêr 5ê êvarî di hindirê dermanxaneya xwe de, hat tîrorkirin ji aliyê milîsên bi rêjîma Sûrî ve.

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.