المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 2emîn li ser koçbarkirina hunermendê kurd Pêşmerge ” Seyîd Gabarî” …

0 53

Wek tê zanîn ku hunermend ” Seyîd Gabarî ” di 4 ê gulana “2020”an de, li nexweşxaneya Serdem li bajarê Hewlêrê çû ber dilovaniya xwedê, û li goristana Mela Omer li Hewlêrê  bi xak hat spartin.

Û herwiha derbarê kar, xebat û Jiyana hunermendê kurd Pêşmerge ” Seyîd Gabarî “….

 

Hunermendê kurd ” Seyîd Gabarî”Ku ji dayîkbûna sala “1956 ” li gundê “Xirbê Kejê ” yê bi ser bajarê Amûdê yê kurdistana Sûriyê , û li Gundê Girzîn dest bi karê Hunerî kir , û herwiha Seîd Gabarî yek ji hunermendê naskirî bû di nav kurdan de û bi nivîsandin û gotina stranan bi deng û awazên xwe gelek stranên wî navdar bûn û hunermend Gabarî bû xwedan dîrokeke dewlemend di dibistana hunera kurdî de.

 

Û yek ji stranên wî ev bû :

_Evîn êş e, evîn jan e

_Evîn azar û kovan e

_Evîn wek penceşêran e

_Xwe berda nav dil û can e.

 

Û herwiha ji rexekî dî ve hunermendê navdar “Seîd Gabarî”, di zaroktiya xwe de di temenê ” Heşt” salî bi dayîka xwe re dest bi Karê stranan kir. .

Û herwiha di temenê “Deh” salî de, di sala” 1969″ li Qamişlo yekem Strana xwe tomar kir.

hunermend” Gabarî ” bi gotina stranên şoreşgerî û netewî ,û bi stranên evînî û gelêrî jî navê wî li deverê û li cîhanê hatiya tomar kirin.

Hunermendê kurd di dibistana hunera kurdî û xizmet di warê netewayî û ziman û stranan de jiyana xwe derbas dikir.

Û herwiha hunermend “Seîd Gabarî”, hunermendekî nêzîkî gelek helbestvan û stranbêjan bû wek Seydayê Tîrêj, Cegerxwîn, gelek helbestên wan kirina stran yek ji wan strana gelekî naskirî bi dengê xwe yên zelal strand “Bilbilê Dilşad ” ku Seydayê Tîrêj nivîsand bû.

Û gelek berhemên wî hatine tomarkirin û ji vê yekê hunermend ” Seyîd Gabarî ” bû xwedan dîrokeke dewlemend di hunera kurdî de û di nivîsandin û gotina stranan bi deng û awazên xwe, yê ku her dem di dilê me de zindî bimîne.

Û herwiha ji rexekî dî ve hunermend “Gabarî”, bi niştîmanperwerî û stranên xwe yên neteweyî gelek caran ji aliyê dewleta Sûriyê ve di hat bin çavkirin, û ev yek bo sedema ku berê xwe bide Başûrê Kurdistanê,

lê ev yek nebû kelem li pêşiya Hunermend” Seîd Gabarî “, ku rê li ber karê û xebata wî ya hunerî bi gire.

Û herwiha Hunermendê navdar “Seîd Gabarî ” di civaka kurdî de bi hestên stranên xwe yê netewayî û welatparêzî êş û derdê miletê kurd ji cîhanê re diyar dikir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.