المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SALEK LI SER KOÇA DAWÎ YA TÊKOŞER Û SIYASETMEDARÊ MEZIN “ELA’EDÎN HEMAM ” RE DERBAS DIBE.

0 91

Îro roja çarşemê13.4.2022an de,salek li ser koça dawî ya têkoşer û siyasetmedarê mezin Ela’edîn Hemam,endamê destaya şêwirmendiyê ya PDKSê re derbas dibe.

Di roja sêşemê 13.4.2021ê de,têkoşer û siyasetmedarê mezin Ela’edîn Hemam,endamê destaya şêwirmendiyê ya PDKSê ji ber nexweşiya giran li Welatê Elmaniya , çû ber dilovaniya XWEDÊ.

Wek tê zanîn têkoşer Ela’edîn Hemam “Bavê Serdar” kesayetek kurdperwer civaknasî û xwedî rol û bandor bû li seranserî Sûriya û Kurdistana Sûriya û bi taybet li herêma Kobanê dihat nasîn.

Herwiha têkoşer bavê Serdar di jiyan xwe de, gelek salan hatiye binçavkirin ji aliyê rêjîma Sûriya, di ber kar û xebata xwe ya netewî de,ji bo dosaya gelê Kurd.

têkoşer bavê Serdar ku temenê wî gihiştibû 65 salî ,û termê wî  ji Elmaniya veguheztin ji bo Kobanê li gundê Şêran bi axê hat spartin.

Hêjaye gotinê ku, mîna têkoşer bavê Serdar, bi kar û xebata xwe bi awayekî lehingan di hat xuyakirin û nirxandin .

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.