المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Sala xwendinê ya nû 2021- 2022an li Sûriyê hat dest nîşan kirin…..

0 63

Li gorî raporta salane ya ji wezareta perwerde hatî dest nîşan kirin ku sala xwendinê ya nû 2021- 2022an li seranserî Sûriyê ji pola 1ê ta 12an dest bi sala nû dikin di 5ê Êlûna were, ku wê dibistan bi rengekî fermî vebin…

 

Û herwiha di 29ê vê mehê de dewama rêveberî û mamosteyan destpêbike…

Û her ji ber vê yekê êdî bazar hatine xemilandin ji pêdevî û pêwîstiyên dibistanê û di vê derbarê de şagirtan amadekariyên xwe jî dikin ji bo kirîna pirtûk û cilûbergên dibistanê û bi kêfxweşî pêşwaziya sala nû ya xwendinê bi awayekî geş bikin him ji bo Vekirina dibistanê û him ji bo veguhestina wan ji bo qonaxeke nû ya xwendinê û him ji bo dîtina mamoste û hevalên xwe….

 

Û ji rexekî dî ve wezareta perwerde hin biryarên hişiyariyê ji bo mamoste û xwendekaran derbarî nexweşiya koronayê dan xuya kirin ku tedbîrên tendirustî û rênimayên xweparastinê ji belavbûna vê veyrûsê bikin ….

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.