المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ronahiyek li ser kar û xebata Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan li Qamişlo …

0 283

Yekîtiya xwendevan û ciwanan rêxistineke niştîmanî û Dîmoqratî ye, Kar û xebatê dike ji bo xwestek û dozên ciwan û xwendevanan û parastina mafê wan bikin li Kurdistana sûriyê de, de ku ciwan roleke giring û bingehînin  di avahiya civakê de.
Û herwiha di derbarê karê Yekîtiyê  şaxê Qamişlo di ofîsa werzişî û çalakiyan de, Li ser vê mijarê berpirsê Ofîca werzişî, M,”Rodî Zaza “, ji malpera ENKSê re ragihand û anî ziman :

“Em weku Yekîtiya Xwendevan û ciwanan piştgirî û piştevaniya ciwanan dikin, ji bo xwestek wan cîbicîbikin naxasim di warê werzişî de, û herdem tekeziyê li ser hemû endamên Yekîtiyê dikin û derfetê didin keç û xortan ku beşdarî Tîmên Goka pî bibin,

û çi tiştê ku ji me tê xwestin alîkariya Diravî û Moralî ye , pêşkêşî Tîman dikin li ser Kar û bar û piştevanî û xezmetkariya wan di aliyê werzişî de, û herwiha berdewam kir li gel me Tîmên werzişî hene ji keç û xortan re, Û ev tîm ev in :
_Tîma Goga pî ji bo keçan
_ Tîma Goga pî ji bo kuran
_Tîma Toregok ji bo keçan
_Tîma Toregok ji bo xortan “.

Û di dawiyê de” Zaza” daxwaz ji serkirdayetên Yekîtiyê û rêxistinan kir palpiştiyê pêşkêşî keç û xortan bikin, li ser armanca pêşketina Yekîtiyê di demên pêş de..
Û ji rexekî dî ve li ser rola Yekîtiyê di warê çalakiyan de û herwiha amadekariyên “Koma Orkêş ” bi hatina meha avdarê, li ser vê mijarê Berpirsa Ofîca Çalakiyan yê şaxê Qamişlo, ji malpera ENKSÊ re daxuyakirin û got : ” Yekîtiya Xwendevan ji dema damezirandinê di sala 2013 an, ta niha di Kar û çalakiyên xwe de berdewam e ji bilî aloziyên têde derbas dibûn li Kurdistana sûriyê, Û herwiha Yekîtî bi erkê xwe û rola xwe dilîze di nav ciwanan de weku dibistaneke kurdayetî li ser rêbaza Barzanî xebat dike, û ev yek bi riya beşdarbûna wê di ahing û çalakiyên cor bi cor û herwiha li darxistina semînarên çandî û vekirina xuleyan di hemû waran de, ji bo belav kirina heşmendî û çandiyê di nav ciwanan de û herwiha raman û hizra neteweyî ya ciwanan zêde bike û nifşekî nû ava bikin.
Û herwiha em weku ofîsa çalakiyan li ser karê xwe berdewam in  û amadekarî têne kirin ji bo helkeftinên meha avdarê û ev yek ji aliyê Koma Orkêş ve, û herwiha weku tê zanîn Koma Orkêş, komeke huner û filklora kurdî ye, di sala “2016 ” ji aliyê şaxê Qamişlo ve, hatiye avakirin, û Kar û xebata xwe ya hunerî li ser Hovka şanoyan dike, û bi sê beşên xwe yên sereke pêk tê ew jî ( Stran, Şano, Dîlan) , û herdem berdewamiyê li ser birovat û amadekariyên taybet û tomar kirina Stranan kiriye, ji bo beşdarbûna wê di ahingan de bi awayekî serkeftî.. Û di dawiyê de hêviya pêşketinê ji hemû endamên Yekîtiyê re dixwazin “….

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…. Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.