المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ronahiyek li ser jiyana xebatkarê kurd Şehîd ” Ebdulrehman Qasimlo

0 78

Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” kesayetekî azadxwaz û welatparêz û niştîmanperwer bû di kar û xebata siyasî û netewayî de jîr û jêhatîbû ji bo daxwaza doza azadiya gelê kurd ….

û di sala 1930‘an de, di malbateke dewlemend û navdar de li bajarê Urmiyê ji dayik bû, û di temenê zarokatiyê bi wan hûrbîniyên xwe yên kûr, zû pêhesiya ku gelê wî di rewşeke dijwar de jiyana xwe didomîne…

Ebdulrehman Qasimlo di temenê 18 saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû welatê Firansayê. Piştî demekê ji wir çû Çekoslovakya û piştî ku li zanistgeha Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî – civakî de stand di sala 1952’an de çaxê desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq vegeriya Îranê û di xebata dijî empiryalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê li rex hêzên opozîsyonên rijîma seltenetiya M. Riza Pehlewî cih girt. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xwuyanî kirin ku Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatî ye . Yanî wî di kar û xebata siyasî-zanistî bala her kesî kişand …

Dr. Qasimlo piştî pênc salan xebata li dijî empiryalîzmê careke din vegerî Çekoslovakya û karî bû di sala 1962‘an de ji zanstgeha Pragê doktoraya xwe ya di warê aborî de jî bistîne.
Dr. Qasimlo heya sala 1970‘an wek mamosta di zanistgeha Pragê de ekonomiya kapîtalîstî, ekonomiya sosyalîstî û teoriya pêşkeftina aboriyê, karê xwe yê mamostiyê domand.
Karekî herî girîng di jiyana Dr. Qasimlo de ew bû ku ji sala 1976’an heya 1978’an di para ziman û bajarvaniya Kurdan de di zanistgeha Serbonne li Parîsê, mijûlî dersgotinê bû. Wî bi nivîsandina çend babetên cûrbicûr di rojname û kovarên ewropî de derheqê jiyana civakî, dîrok û rewşa siyasiya kurdan di wê demê de karî bû heya radeyekê dîrok û pirsgirêka gelê kurd baştir bi raya giştiya Ewropa bide nasandin.
Dr. Qasimlo li Ewropayê mîna kesayetiyek siyasî û zana derheqê pirsgirêka netewiya gelê Kurdistanê de dihat nasandin û dewletên ewropî di vê derbarê de dîtin û nirxandinên wî mîna serokaniyekê dihesibandin..

Li 11’ê Adara sala 1970’î dewleta Beesiya Îraqê neçar ma ku bi kurdên başûrê Kurdistanê re li ser maseya gotûbêjê rûne. Dewleta navendiya Îraqê bangek ji bo otonomiya başûrê Kurdistanê da xuyakirin. Wê demê para parastina Îranê ango SAWAK‘ê li hemû Îranê û bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê bîr û rayên azadîxwaziyê di mejî û singê hemû gelên Îranê de berbest û zindanî kiribûn. Dr. Qasimlo ji bo ku çalakiyên HDKê baştir ji berê organîze bike vegeriya Îraqê û li wir bi hevkariya hevalên xwe di demek kêm de kar û barê xwe yê rêkxistinî derbasî herêmên Rojhilatê Kurdistanê biken.
Piştî ku di sala 1979’an Mihemed Riza şah Pehlewiyê gor bi gor ji Îranê reviya Dr. Qasimlo vegeriya Rojhilatê Kurdistanê û xebata xwe ya siyasî bi rengekî berfireh li hemû Rojhilatê Kurdistanê da destpêkirin. ..

Pêştî ku komara îslamî bi hemû şêweyan şerê xwe yê li dijî Kurdan dest pêkirin, HDKê û KOMELÊ şerê xwe yê çekdarî bi şêweyên partîzanî û bi berfirehî di hemû deverên Kurdistanê de berdewam kirin. Ev siyaseta şehîdê nemir Dr. E. Qasimlo bû ku bi awayê partîzanî li dijî hêzên dagirker şer biken û vê taktîka Kurdan dewleta Îran xiste nava tengaviyên mezin û pirsgirêka Kurdistanê di qada navnetewî de dengek mezin veda. Komara Îslamî ji bo vemirandina vê bizava Kurdan dest avête hemû şêwe kiryarên terorîstî…

Dr. Qasimlo û hereketên siyasî di Kurdistanê de zû bi vê pîlana komara îslamî hesiyabûn. Ji ber wê jî bi riya radyo û weşanên xwe yên çapemenî yê dixebitîn ku rastiyan bi gel bidin famkirin.
Rojhilatê Kurdistanê di hemû Îranê de bi nisbeta herêmên din yên Îranê xwediyê yek ji paqijtirîn civatên Îranê bû. Lê mixabin niha bi vê siyaseta çewta Komara Islamî, rewşa civata Kurdan jî pir hatiye şêwandin û şepirzeyîyek xirab ketiye nava malbatên Kurdan.

(Şehadeta Qasimlo )….

Kurdan di hemû dîroka jiyana bi cîranên xwe re hertim xwestine ku bi rengekî aştiyane û bi biratî bi hev re bijîn, lê mixabin ew dewletên ku Kurdistan dagîr kirine ti caran nexwestine ku bi awayekî mentiqî li daxwazên netewa Kurd binêrin û lêkolîneke kûr li ser vê pirsa girîng biken. Dr. Qasimlo yek ji wan kesan bû ku ji bo cî bi cî kirina vê daxwaza dîrokî pir xebitî û bi hesreta gehiştina vê xwesteka mirovane heta canê xwe jî fîda kir….

Berhemên Dr’Ebdelrehman Qasmlo……….

Berhemê herî navdar û girîngê Dr. Qasimlo pirtûka wî ya bi navê “Kurdistan û Kurd” e ku bi şêweyek akademîk û zanistî lêkolînên wî di vê pirtûkê de hatine nivîsandin.
heya niha bi çendîn zimanên zindî yên cîhanê (Inglîzî, Erebî, Farisî) hatiye wergerandin.

 

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.