المجلس الوطني الكوردي في سوريا

? Rojhilatî ferat.. cima îro

0 111

Ebdella Geddo

Rojhilatî ferat kaniya petrol û genim û pemboye, liser sînorê turkye û îraqê ye, desthilata rêjîmê û ya partya yekîtiya demuqrat p y d li wê deverê hukum dike, Û emereîka wê deverê weke para xwe didît ji sala 2‪015 ve, çek û cebilxane û bingê leşkerî li wê deverê belavkirbû, da ji rûsyan re bêje, ez hevparim di sûryê de, û divîbe ku çareseriya pirsgirêka sûryê li gora berjewendiyên me bin, belê ji avdara çûyî ve serok tramp xwe vekşanidina hêz û leşkerên emerîkî tîne ziman, ji ber gelek fişar û sedemên emerîkî hundirî, û ji bo ku bide xuyan ku pabende bi sozên xwe yên hilbijartinê, tevî ku “pintagon” û gelek deste û kesayetên biser hukûmetê ve û yên dî, xwevekişandinê weke bêbextiyekê dibînin derbarê hêzên sûrya demuqrat( h s d) de, ku beşdarî cenga li dijî ( daiş) bibûn li reqa û dêra zorê û deverên dî. pyd ku weke hêza sereke di “h s d” de tê nasîn, ti riyê li pêşiya xwe nabîne ji bilî ku vegre dan û standin û li hevhatinê bi rêjîmê re, û dixwaze ku bi encûmena niştimanî kurdî re jî lihev bê, da ji xwere rê veke bi rikberya sûrî û dostên wêre, belê ta anha ti birsivên zelal negane dest pyd, Digel zirtê ku turkya dike bo êrîşkirina rojhilatî ferat, û dozkirina avakirin herêma . aram li wê deverê

Leave A Reply

Your email address will not be published.