المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Mîr Tehsîn Beg û Êzdiyên Sûrî Kurtejiyan

0 131

Serhan Isa

navê wî Tehsîn Seîd Elî Beg e, di 15.08.1933 an li Baedra Şêxan ji dayîk bûye, piştî mirina bavê wî Mîr Seîd Elî Beg bi 15 rojan, di Havîna 1944 an de Dapîra wî Meyan Xatûn ew ragihand wek Mîrê Êzdiyan li Cîhanê. Piştî ku ( Mîrê kor ) bi xiyanet Mîrê Êzdiyan Mîr Elî Beg di sala 1875 an de kuşt, paşê Mîr Hisên Beg bû Mîr. Mîr Hisên Beg Şeş kurê wî hebûn navê wan jî ev e: 1- Mîrza Beg, 2- Elî Beg, 3- Silêman Beg, 4- Bedîh Beg, 5- Hesen Beg, 6- Selîm Beg. Hetanî salên 1885 an Mîr Hisên Beg Mîrîtî kir, paşê Osmaniyan 4 sal ceza danê û ew di zindanê de giyan sipart. Paşê kurê wî yê mezin Mîr Mîrza Beg bû Mîrê Êzdiyan û ji sala 1885 an hetanî 1892 an Mîrîtî kir. Wê çaxê Ferîq Wehbî Paşa waliyê Mûsilê bû. Wehbî Paşa, Mirza Beg vexwendî Mûsilê kir, û Ber ê Sor jê re rayêxist, lê piştî ku merasîmên leşkerî bi dawî hatin, Şûr danî ser stiwê wî û jê xwest ku Şehdebûna xwe bînê û bibe Misilman, û ji bo ku Êzdiyan biparêz e Mîrza Beg daxwaza Wehbî Paşa bi cî anî, lê dîse ew Dîl kirin û bi xwe re birin û avêtin zindanê, û di encama iskencê de, jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Mîrza Beg, Mîr Elî Beg di sala 1898 an bû Mîr, lê dîse ew û Meyan Xatûn hatin nefî kirin û avêtin Sîwazê, piştî vegera wî di sala 1913 an de bi Xencereke xiyanetê hatin kuştin. Paşê Meyan Xatûn kurê xwe Seid Beg kire Mîr. Û piştî mirina wî bi 15 rojan û di Havîna 1944 an de Dapîra wî Meyan Xatûn neviyê xwe yê 13 salî ragihand wek Mîrê Êzdiyan li Cîhanê. Ji ber temenê wî yê biçûk Mîrîtiya wî nedihat pejirandin, lê zîrekî û destdirêjiya Dapîra wî Meyan Xatûn ku Erd û Esman dihejand, dikarîbû di demeke kurte de, tevaya serokeşîr û rîsipî û oldarên Êzdiyan bicivîne û wan aşt û razî bike bi mîrîtiya Tehsîn Beg. Her weha di cî de têkilî bi Wezîrê hundir yê Iraqê yê wê çaxê re kir û jê daxwaz kir ku temenê Tehsîn yê 13 salî di nasnameyê de mezin bike, daku li gor zagona Iraqê weku Mîr û Perlemanter bê pejirandin. Tehsîn Beg û nemir Mela Mistefa Berzanî: Têkiliyek pir xurt û bi hêz di naverba bavê Kurdan nemir Mele Mistefa Berzanî û Mîrê Êzdiyan Tehsî Beg de hebû, ji ber vê yekê jî di sala 1959 an de, û bi behaneya piştgiriya wî ji Şûreşa Berzanî re hate binçavkirin û ew nefî Al Amara û Dîwaniya kirin, paşê li Bexdad ê kirin bin niştecîbûna bi darê zorê. Lê nemir Berzanî hawara xwe gihande desthilatdariya Bexda û Efû jê re deranî. Piştî salê 1975 an, ji Iraqê derket û berê xwe da Birîtaniya û Ewrupa hetanî salê 1991 piştî rizgarkirina her Sê parzêgerên Kurdî careke din vergeriya Kurdistanê, lê vê carê li kêleka Serok Mesûd Berzanî. Hêjayî gotinê ye, ku nemir Mele Mistefa Berzanî, di dema Şûreşê de, di civînan de digot: Kurdên Êzdî hun du cara bi xêr hatin, carekê ji ber ku hun tevlî Şûreşê bûne, û careke ji ber tevlî vê rewşa we ya dijwar hun hewil didin ji civînan nemînin. Mîr Tehsîn Beg di danûstandin, têkilî, civak, ol û siyasetê de pir jîr û zana bû, û bi hêminî û bîna xwe ya fereh û jîrekbûna xwe xwe û Êzdî jî, ji gelek bobelatên mezin rizgarkirin. Di 25,26,27.07.2014 an de Encumena Êzdiyê Sûrî kongirek giştî ji bo Êzdiyên Sûrî di bin çavdêriya wezareta derve ya Espanî û yekîtiya Ewrupa de li Medrîd li darxistin. Bêguman beşdarbûna Mîrê Êzdiyan li cîhanê Mîr Tehsîn Beg di wî Kongirî de pir pêwîst û pêdivî bû. Lê pirsgirêk ew bû, ku me zanîbûn ku Mîr li civîn û Kongirên bi vî rengî tu carî beşdar nabê. Lê em bê hêvî nebûn û me di cî de têkilî pê re kir, û me jê daxwaz kir ku li Kongir beşdar bibê. Piştî çend rojan ji danûstandin ûtêkiliyan Mîr biryar da ku beşdar bibê. Bêguman Mîr Tehsîn Beg li ser Belgenameya Kongir imze kir. Lê di wî Kongirî de axaftinek pir balkş got: ku hun Encumena Êzdiyên Sûrî li ser riya rast û durist in, û eger me Êzdiyên Iraqê wekî we ji xwe re bi vî reng û temtêlê kar kiribe , em ê anuha ne di vê rewşê de bûne. Wekî din di gelek kar, xebat û biryarên xwe de em pê dişêwirîn, û me bêyî Erê ya wî tu gavên mezin neditavêtin. Her weha her bûyerek an jî biryarek ku bi êzdiyên Sûrî ve girêdayî bûye, Mîr di cî de têkilî bi me re dikir û pirsa nerîna me dikir. Piştî dagîrkerina Efrîn ji aliyê Dewleta Tirk û hevpeymanên wê ve, û ji bo rewşa Êzdiyên Efrînê em gelek caran pê re ketin têkiliyê, dawîtirîn rûniştin û dîtina me li gel Mîr Tehsîn Beg di meha Tebaxê sala 2018 an de bû. ji wan Şîretên wî ji bo me digot: hun bêyî miletê Kurd ne tiştek in, gereke hun xwe dûrî wan nekin. Û divê têkiliya we bi hemî pêkhatên Sûrî re xweş û xurt be, heta ji wê bê dijminatiya tu kesî nekin. Mîr Tehsîn Beg di 28.01.2019 an de giyan siparte Yezdanê jorî, Hezar rehma Xwedê lê be. Û wê bi merasîmeke mezin û fermî roja Duşembê 04.02.2019 an li Firokxaneya Hewlêr ê cenazeya wî bê pêşwazî kirin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.