المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ROJANE GUND DI NAVBERA DIRBÊSIYÊ Û SERÊ KANIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊN KOMÊN ÇEKDAR YÊN BI SER TIRKIYA VE..

0 67

 

Diho Piştî danê nîvro di roja înê 20.12.2019an de.gundê Mihermela yê bi ser bajarokê Ebûrasên ve wek tê nasîn xeta zirgan ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve hat topbarankirin û ziyanî gihiştiye welatiyên wî gundî.

Her wiha xelkên gundê Mihermela piraniyan wan barkirin.

Di derbarê vê yekê de welatiyekî ji gundê Mihermela bi navê Ekrem Sadûn ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman: “Doh piştî danê nîvro gundê Mihermela hat topbarankirin ji hêla komên çekdar yên bi ser Tirkiya ve.

di ancama vê topbarankirinê de xaniyên hin welatiyan hatin topbarankirin û ziyan gihişt wan.

Her wiha Ekrem anî ziman û got :” Ajelên welatiyekî bi navê Dîban Ahmedo jî hatin  kuştin.
Her wiha zarokek temenê wî 6salî bi navê Mihemed Elebas jî bi sivikayî birîndar bû.

Her wiha piraniya xelkên gundê Mihermela koçber bûn ji tirsa topbarankirinê”.

Li gorî zaniyariyan komên Çekdar van êrîşên hovane berdewam dikin Armanca wan  jê ye ku talankirin û diziya mal û milkên xelkê herêmê ye.

  1. Ragihandina ENKSê Dirbêsiyê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.