المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Roja cil û bergên Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin..

0 95

Li Bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriya îro Yekşemê 10’ê Avdarê 2019an roja cil û bergên kurdî hat pîrozkirin.

Jinên Rêxistina Jina Kurdî ya Azad îro bi liberkirina cil û bergên kurdî û bi şahî û dîlanan roja cilê û bergên kurdî ya netewî pîrozkirin.
Vê rojê ku dîroka wê vedigere îmberatoriya Mîtaniyan ku ji ber wêneyên kevokê hatibû kirtin lewra herêma Kurdustanê ji sala 2012an de roja 10ê Avdarê kir roja cilên kurdî.

Di vê derbarê de jinek ji vê rêxistinê bi navê Hediya Ebdela ji peyamnêrê me re wisa got: ” Roja cilê kurdî roja serbilindiya gelê kurd tevane ji ber cilên kurdî ji cilên hemû gelên cîhanê xweşiktirin”.

Jinekê din ji vê rêxistinê bi navê Çinar Hindo li ser vê şahiyê ji peyamnêrê me re axivî û got: “Rojeke taybet e bo me kurdan ku hemû miletê me li derdora cîhanê vê rojê pîroz bikin û xwe bi xemilînin û cilên kurdî li liberxwekin.

Amedekirin:Yusra Zibêr

Ragihandina ENKS ê – Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.