المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Zaxo ya PDK-S salvegera 10 emîn şehîdbûna Xebatkar Nesredîn Berhik vejand…

0 68

Îro roja sêşemê 22ê sibata 2022an, Rêxistina Zaxo ya partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, salvegera dehemîn a şehîdbûna xebatkar Nesredîn Berhik li Zaxo vejand …

 

Û ev yek bi amadebûna endama komîteya navendî M,Hiyam Ebdulrehmen û hejmarek ji endam û alîgirên partî …

Û di derbarê vê salvegerê de rola xebatkar û karê wî yê siyasî di tevgera kurdî û civakî de û xizmeta wî ji bo doza azadiya mafê miletê kurd li kurdistana Sûriyê de dan xuyakirin….

Û herwiha hêjaya were gotin ku pakrewan “Nesredîn Berhik ” ji daykbûna sala 1960an de ,li gundê Kevrê Dena yê bi ser navçeya Çilaxa ve ,Xwendina xwe ya amedayî li bajarê Hesekê berdewam kir û li DêreZorê paymangeha pêşesazî beşê Eletrîkê bi dest xwe ve xist ..

 

Û di 13 ê sala 2012 an , Berhik ji aliyê girûpeke bi ser PYDê ve hate gulebarankirin û ji bo nexweşxaneya Nor a li bajarê Qamişlo hat veguhastin, lê ji ber giranbûna birînên wî hate veguhestin ji bo nexweşxaneya Martînî ya li parêzgeha Helebê ,lê di roja 22ê heman heyvê de Bavê ” Ela” jiyana xwe ji dest da û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û partiyên siyasî û kesayetên rewşenbîrî û netewayî li gundê Kevrê Dena bi xakê hat spartin….

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo….Hêvî Delî û Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.