المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Laleş a PDK-Sê serdanda mezara nemiran li devera Barzan kir..

0 98

Rêxistina Laleş a bi ser Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve, roja înê 24ê pûşbera 2022an, serdanda mezara nemiran ” Mela Mustefa û Îdrîs Barzanî li devera Barzan kirin..

Û ev yek bi amadebûna endamê komîteya navendî û berpirsê rêxistina Laleş M,Hoşeng Simgemor, û herwiha endamên rêxistinê..

Û li ser mezara nemiran M,Hoşeng Simgemor ” endamê komîteya navendî gotinek pêşkêşkir û têde rola her du têkoşer û xebatkarên kurd Mela Mistefa û Îdrîs ên herdem sax in, û kar û xebata wan a niştîmanperwerî û xizmeta wan di ber doza azadîxwaziya miletê kurd de behiskir..

Û çend helbest jî li ser gora nemiran hatin pêşkêşkirin…

Û herwiha hêjaya were gotin ku Mela Mistefa û Îdrîs Barzanî , di dîroka gelê kurd de gelek destanên berxwedan, mêrxasî, qehremanî û şoreşgeriyê tomar kirine û bi niştîmanperweriya xwe navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka miletê kurd de nexişandine ….

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.