Home / Breaking news / RÊXISTINA KOBANÊ YA YEKÎTÎ KURDISTANÎ ROJA CÎHANÎ YA JINÊ VEJANDIN.

RÊXISTINA KOBANÊ YA YEKÎTÎ KURDISTANÎ ROJA CÎHANÎ YA JINÊ VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 8ê Avdarê 2022an de, rêxistina Kobanê ya PYK-Sê roja Cîhanî ya jinê vejand.

Di destpêkê de, hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê M.Ednan Bozan,berpirsê rêxistina Kobanê ya PYK-Sê ve.

Û Bozan hemû Jinên Cîhanê pîroz kirin û bi taybet jina Kurd.

Herwiha gotina ofîsa Jin û Zarokatiyê ya PYK-Sê ji aliyê mamosta Fadiya Şêxê ve,hat xwendin.

Herwiha Şêxê bal kişand ser rola jinan û têkoşîna wê ya siyasî, civakî û aborî li kêleka mêran.

Û piştre jî axaftina mamoste Ziyad ibrahîm,û ibrahîm li ser jin û têkoşîna wê axivî.Û ji amadebûyan xwest ku Filoklorê kurdî biparêzin.

Herwiha ji aliyê beşdaran ve dîlan hatin pêşkêş kirin û hemû bi cil û bergên xweşik ên kurdî beşdar bibûn.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.