المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Kobanê ya PYK-S mask û belavokan li welatiyan belav kir derbarê xweparastin ji Koronayê

0 67

Duh roja dûşemê” 17″ ê, Tabaxa” 2020 ” rêxistina Kobanê ya Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya, derbarî belavbûna nexweşiya koronayê, hejmarek ji endamên rêxistina kobanê ya Partiya Yekîtî li nava taxên bajarê kobanê digeriyan û belavok û mask li welatiyan belav kirin.

 

Û herwiha di derbarî vê mijarê de M,”Ednan Bozan ” endamê komîta navendî ya Partiya Yekîtî, ji malpera ENKSê re ragihand û anî ziman : Ku duh rêxistina kobanê bi destpêşxeriyeke hişiyariyê rabû û ev yek bi rêya belav kirina belavok û maskan li ser welatiyên bajarê û çawa xweparastinê û şêwazên çareseriyê ji bo rêgirtinê ji belavbûna Veyrûsa koronayê bikin .

 

Û herwiha M,”Bozan”, diyarkir ku mebest ji vê çalakiyê hişiyariyê bidin xelkê ku çawa xwe pabendiyê bi rêkarên xweparastinê bikin ji vê naxweşiyê û xwe dûrî kombûnan bikin li deverên giştî wekî holên şahiyan û cihên serxweşiyê naxasim ku di vê demê de ev nexweşî gihiştiya asteke metirsîdar û rojana hejmara tûşîbûyan zêde dibe li navçeyên me .

 

Û ji rexekî din ve M,”Bozan ” amaje pê kir ku ev hilmeta hişiyariyê roja dûşemê destpê kir û dema dû rojan berdewam bû û herwiha di rojên pê de heman hilmet wê were pêk anîn wekî alîkariyek ji welatiyan re..

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku Veyrûsa koronayê li welatê Wuhan yê Çînê derket û piştre li hemû welatên cîhanê belav bû û bandoreke neyînî li jiyana Welatiyan kir, ku ev Veyrûs zû tê veguhestin di nava xelkê de û metirsiya wê ji gelek zêde ye..

 

Û herwiha li Kurdistana sûriyê rojana hejmara tûşîbûyan bi nexweşiya koronayê li navçeyên kurdî de ber zêde bûnê ve diçe.

 

Û li gorî hatiye ragihand amar û pêşhetayên dawî yên pêketiyan bi koronayê bi awayekî giştî ta niha gihiştiya “219 ” kesan, ji wan “28” başbûne û herwiha “15” kesî ji sedema vê nexweşiyê Jiyana xwe ji dest daye…

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.