Îro roja sêşemê 22ê sibata 2022an, Rêxistina Gewregoskê ya partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, û rêxistina Leşkerê Roj , salvegera dehemîn ya şehîdbûna xebatkar Nesredîn Berhik li hola Roj li kampa Gewregoskê vejand…
Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji cemawer û berpirsê dezgeha malbatên şehîdan û berpirsê rêxistina leşkerê roj û kesayetên siyasî û endam û alîgirên partî û herwiha bi beşdarbûna koma Narîn a huner û filklora kurdî..
Û herwiha Birez” Edil Dîlanî” bi xêrhatina hemûyan kir û piştre xuleke bê dengî rawestiyan ser canê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir ..
Û gotina PDK-Sê û rêxistina leşkerê roj ji aliyê M,Kerîm Mîranî ” ve hate xwendin û têde Jiyan û dîroka xebatkarê kurd ” Nesredîn Berhik ” pêşkêş kir ..
Û herwiha gotina malbata pakrewan Nesredîn Berhik ” ji aliyê “Aydl Berhik ve hate pêşkêşkirin…
Û di vê merasîmê de Rêxistina Gewregoskê ya bi ser PDK-Sê wêneyek şehîd diyarî malbata pakrewanê gotina rastiyê Nesredîn Berhik kir..
Û herwiha koma Narîn ya hûner û filklora kurdî cend stran û helbest pêşkêşkirin..
Û herwiha hêjaya were gotin ku pakrewan “Nesredîn Berhik ” ji daykbûna sala 1960an de ,li gundê Kevrê Dena yê bi ser navçeya Çilaxa ve ,Xwendina xwe ya amedayî li bajarê Hesekê berdewam kir û li DêreZorê paymangeha pêşesazî beşê Eletrîkê bi dest xwe ve xist ..
Û di 13 ê sala 2012 an , Berhik ji aliyê girûpeke bi ser PYDê ve hate gulebarankirin û ji bo nexweşxaneya Nor a li bajarê Qamişlo hat veguhastin, lê ji ber giranbûna birînên wî hate veguhestin ji bo nexweşxaneya Martînî ya li parêzgeha Helebê ,lê di roja 22ê heman heyvê de Bavê ” Ela” jiyana xwe ji dest da û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û partiyên siyasî û kesayetên rewşenbîr û netewayî li gundê Kevrê Dena bi xakê hat spartin….
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo….Hêvî Delî