Home / Breaking news / Rêxistina Domîz a PDK-Sê Konê şîna Pêşmerge Hisên Mihemed danîn

Rêxistina Domîz a PDK-Sê Konê şîna Pêşmerge Hisên Mihemed danîn

Duh roja şemiyê 2ê Cotmeha 2021an,  rêxistina Domîz ya bi ser PDK-Sê ve konê şîna pêşmerge ” Hisên Mihemed ” danîn, û ev yek bi beşdarbûna nûnarên partiyan û encûmena niştîmanî û pêşmergeyan..

 

Û tê zanîn ku duh termê pêşmerge eqîd ” Hisên Mihemed Hemza” û endamê desteya rawêjkarî ya PDK-Sê gihişt herêma kurdistanê û li goristana şaxikê ya bi ser parêzgeha Dihokê ve bi xakê hat spartin…

 

Û ji rexekî din ve ku Eqîd” Hisên Hemza” piştî ku rastî nexweşiyeke giran hatibû, hikûmeta Herêma Kurdistanê ew ji bo welatê Hindistanê şand da ku çareserieke bijîşkî wergire û neştegerî jê re were kirin, lê di roja duşemê di 20ê Êlûnê de koça dawî kir …

 

Û duh di 2ê Cotmeha 2021″an de, termê wî gihişt Herêma kurdistanê û bi merasîmek geş ji aliyê pêşmerge û partî û kesûkarên wî li goristana “Şaxikê” ya bi ser parêzgeha Dihokê ve bi axê hat spartin…

 

Û herwiha hêjaya were gotin eqîd” Hisên Mihemed Hemza” endamê desteya rawêjkarî ya PDK-S ê, di sala 1964an, li gundê ” Goliya” yê bi ser navçeya Raco li Efrînê yê kurdistana Sûriyê ji dayîk bûye , û di sala ” 2013″ an , koçberî Herêma kurdistanê bû , û di sala ” 2017″ tevlî refê pêşmerge bû û bi îman û beweriyeke bi hêz di kar û xebata xwe di xizmeta doza azadî û netewayî de berdewam bû …

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BEŞDARÎ MEREASÎMA 60 SALIYA DERBASBÛNA TEVLÊBÛNA SEROK MESÛD BARZANÎ NAV HÊZÊN PÊŞMERGE BIBÛ

Li ser vexwendina Dezgeha Sehniger û Pêşmerge ,di roja Înê 20.5.2022’an de, şandeke nûneratiya Herêma …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *