المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Dihokê ya PDK-Sê salvegera koçbarkirina Barzaniyê nemir vejand..

0 70

Rêxistina Dihokê ya partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya , îro roja sêşemê 1Adara 2022an, salvegera 43emîn koçbarkirina Bavê Netewe miletê kurd Mela Mistefa Barzanî vejand . .

Û ev yek bi amadebûna berpirsê rêxistina Dihokê M,Hacî Kalo ” û herwiha hejmarek ji milet û bi hazirbûna kesayetên siyasî û endam û alîgirên partî û nûnerên Encûmena niştîmanî û rêvebiriya kampê . ..

Û Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û herwiha M,Elî Ewnî ” endamê komîteya navendî ya PDK-Sê, gotinek pêşkêşkir û têde xebat û dîroka Barzaniyê nemir û mêrxasî û qehremaniya wî di ber doz û azadiya milet û xaka kurdistanê bi awayekî berfireh anî ziman…

Û herwisa hêja ye were gotin ku di “1” ê Adara sala “1979”an, Mela Mustefa Barzanî li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawî kir, û li bajarê ” Şino” yê Rojhilatî Kurdistanê bi axê hat spartin.

Û piştî reparîna Adara sala “1991”an, termê Barzaniyê nemir û kurê wî Idrîs Barzanî ji Rojhilatî Kurdistanê bo herêma kurdistanê cihê jidayîbûna Barzanî hatin veguhastin û li navçeya Barzan bi xakê hatin spartin li sala 1993an .

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo..Hêvî Delî û Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.