المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rewşa belavbûna Korona li Sûriya ..

0 72

Li gorî amarên fermî ji wezereta tendrustiyê ya Sûriyê ky hat ragihandin roja” 6″ ê Gulana, 2020 “, ku li Sûriyê hejmara tomarkirina tûşbûyan bi Veyrûsa Koronayê gihiştiya” 45″ kesan, ji wan” 3″ kesan mirin , û” 27″ kes baş bûna.
Û ev yek tê zanîn ku li Sûriyê roja “22” Avdarê, yekem haleta pêketina bi nexweşiya Korona tomar kiriye û niha hîn rêkarên rêgirtinê û tedbîrên tendrustiyê û rênimayên xweparastinê ji belavbûna Veyrûsa Koronayê li hemû herêm û bajarên Sûriyê têne kirin.

Û herwiha tê zanîn ku nexweşiya Koronayê li bajarê Wûhana Çînê derket û metirsiyeke pir mezin bi xwe re belav kir ku ji kesekî bo kesekî din dihat veguhastin, û piştre ev Veyrûs li hemû welatên cîhanê hat belav kirin û di vê derbarê de gelek kes bandor li wan hate kirin û jiyana xwe ji dest dan, û herwiha ta niha derman jêre ne hatiye dîtin…

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.