المجلس الوطني الكوردي في سوريا

QAMIŞLO: 5EMÎN SALVEGERA PAKREWANBÛNA PÊŞMERGE ŞÊRZAD MASÛM JI ALIYÊ PARTIYA YEKÎTÎ HAT VEJANDIN…

0 84

Di roja pêncşemê 12.11.2020an de,5 emîn salvegera koçkirina pakrewan Şêrzad Mihemed Masûm li goristana Hilêliyê li Kurdistana Sûriya li bajarê Qamişlo ji aliyê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna rêveberê PYKSê û nûnerê rêxistina roja û komek ji hevalên wan û malbata pakrewan û xizmên wan û bi beşdarbûna koma Xelat ya filiklorî.

Herwiha pîştî danîna baqên gulan li ser goristana pakrewan,

gotina PYKSê hat pêşkêşkirin ji aliyê mamoste Mihemed Mistefa endamê komîta Siyasî yê PYKSê,

di destpêkê de bi xêr hatina mêvanên beşdar kir û gotina wî di derbarê nirxandina kar û xebat û rola pakrewan bi awayekî lehingiyê di berevanî û parastina xaka Kurdistanê li hember rêxistina DA’IŞ ya terorîsk.

Herwiha di axaftinê de,diyarkir pêwîstî ye ku ev hêzên Pêşmergên Roj vegerin ser xaka Kurdistana Sûriya ji bo parastina gelê Kurd û xaka Kurdistana Sûriya .

Herwiha bavê pakrewan Şêrzad birêz Mihemed Masûm endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya, axaftinek kir bi navê malbata pakrewan,

Di destpêkê de,spasî hemû mêvanên beşdar kir li ser vejandina salvegera 5emîn ser şehîdbûna pakrewan Şêrzad.

Herwiha bavê pakrewan di gotina xwe de,diyarkir ku pakrewan Şêrzad ne kurê malbata xwe tenê ye,lê kurê gelê xwe yî kurd e .

Ji ber ku dema ku cenazê pakrewan Şêrzad di deriyê Sêmalka re derbasî Kurdistana Sûriya bû hemû herêmên Kurdî xelkên wê derketin pêşwazîkirina pakrewanê xwe û pêre meşiyan ta vê goristanê.

Wek tê zanîn pakrewan Şêrzad Mihemed Masûm di refê Pêşmergeyên Rojava de bû li herêma Kurdistana başûr û berevanî di ber xaka Kurdistanê dikir li hember rêxistina DA’IŞ ya terorîst heta ku di sala 2015an de,Şehîd ket.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.