المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PYDKÊ YA BI SER ENKSÊ VE SERDANA GORA TÊKOŞER Û XEBATKAR ISMA’ÎL UMER KIR ..

0 77

Bi boneya 11emîn salvegera koçkirina têkoşer û xebatker serokê partiya Yekîtî “Isma’îl Umer”şandên ji rêxistinên Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanî ya bi ser ENKSê ve, di roja Yekşemê 17.10.2021ê de, serdana gora têkoşer Isma’îl Umer ,li gundê Qerequyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, li Kurdistana Sûrî kirin.

 

Herwiha şandên rêxistinên PYDKê bi serokatiya xanim Fesla Yûsif, sekretêra PYDKê bû, û hatin pêşwazî kirin ji aliyê birêz Mahmûd Emo biryê têkoşer Isma’îl Umer û kurê têkoşer Bengîn Isma’îl Umer, û piştre şandan qevdên gulan danîn ser gora têkoşerê nemir Isma’îl Umer, û wêneyê Elfatîha li ser giyanê têkoşer Isma’îl Umer xwendin.

Herwiha xanim Fesla Yûsif, li ser gora têkoşer axaftinek kir û di axaftina xwe de, diyar kir em wek wefedarî 11emîn salvegera têkoşer Isma’îl Umer em vedijînin.

Herwiha Yûsif, di axaftina xwe de, rola têkoşer Isma’îl Umer a giring di qonaxa derbasbûyî de, li seranserî tevgera kurdî ya Sûrî û kurdistanî û ya Sûrî bi awayekî bilind nirxand, û tê de diyar kir ku mîna van têkoşeran em ê tim deyindarê wan bin li hember kar û xebata wanî netewî ya kurdayetî, ji ber ku van têkoşeran di hemû cureyên estengî û eşkencê de li ser rêbaza piroja netewa kurdî berdewam bûn, ta ku jiyan xwe ji dest didan.

Herwiha helbestek jî hat pêşkêş kirin ji aliyê nûnerê şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nîvîskarên Kurdistana Sûriya M.Seyfedîn Qadirî.

 

Herwiha malbata têkoşerê nemir Isma’îl Umer, jî kêfxweşiya xwe dan xuyakirin li ser wefedariya hevalên wî ji bo bîranîna11emîn salvegera koçkirina wî..

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.