المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Prof. Kinyaz Îbrahîm koç dawî kir..

0 71

Duh” 8″ê, Tebaxa 2021an, Serokê Federasyona Navnetewî ya Kurdên Soviyeta berê û siyasetmedar û rewşenbîrê kurd prof: Kinyaz Îbrahîm ” di temenê 74 saliyê de li nexweşxaneya bajarê Almata yê kazaxistanê ji sedema nexweşiya koronayê koça dawî kir…

 

Û herwiha di derbarê vê de partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya, peyameke sersaxiyê belav kir û têde wiha got: Ku prof: Kinyaz Îbrahîm xebatkarekî niştîmanperwer bû nûçeya koça wî ziyaneke mezin e ji tevgera gelê kurd re …

 

Û hêjaya were gotin ku siyasetmedar û rewşenbîrê kurd ” Kinyaz Îbrahîm ” xwedan roleke berçav bû di kar û xebat û xizmeta gelê kurd de dihat naskirin …

 

Û prof ” Kinyaz Îbrahîm ” di sala 1947an li Ermenistanê ji dayîk bûye, û li welatê Sovyêtê xebata xwe berdewam dikir, û di 8ê Tebaxa 2021an, ji sedema nexweşiya koronayê di nexweşxaneyê de çû ber dilovaniya xwedê….

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.