المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PÎWISTIYÊN JIYANÊ BUHA DIBIN Û XELK GILÎ Û GAZINDAN DIKIN ..

0 66

 

Ji destpêka kirîza Sûriye , xelkên wê debara jiyana xwe bi zahmetî debar dikirin.
Lê pîştî êrîşkirina Tiarkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,bi ser herêmên Kurdistana Sûriye de, perê Sûriye li hember nirxên dolar gelekî kêmbûye .

Herwiha rewş roj bi roj zehmet dibe, û welatî dikevin metirsiyê ji bo debara jiyana xwe, Ji ber ku bihabûna nirxên dolar gelekî bandor kiriye li ser bihabûna kelupelê pêwîst ji bo jiyana rojane.

Di derbarê vê yekê de,welatiyekî bi navê Elî Ahmed ji gundewarê Dirbêsiyê ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman:

” Bi rastî bihabûna nirxên dolar bandorek e mezin li ser jiyana xelekên Sûriye bi giştî kiriye , Xelk bi zahmetî debara jiyana xwe dikin”.

Ahmed gotina xwe berdewam kir û got :”  va ez gelek karan dikim wek pêşeya min ya bingehîn berber e û ji aliyekî din jî ez di hevtiyê de du rojan dadikevim bazara pez û ez çandiniyê jî di ber e dikim, Lê ez bi kezebreşî debara jiyana zarokên xwe dikim”.

Herwiha welatî Elî Ahmed axaftina xwe berdewam kir :”  XWEDÊ alîkariya xelekên Sûriye bi giştî bike û bi taybet kesên bê kar” .

Hêja ye gotinê ku xelkên Sûriye di bin destê hejmarek Desthilatan de dijîn , û her herêmeke wê zêdeyî hêzeke lêşgerî wê kontirol dike,
Û civaka navdewletî li gorî berjewendiyên xwe di derbarê çareseriya kirîza Sûriye kar dikin.

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.