المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Peyama Serokê Hikûmeta Kurdistanê bi boneya Jidayikbûna Hezretê Mesîh ..

0 92

Serokêwezîrê herêma kurdistanê

Birêz Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir, bi boneya cejna jidayîkbûna Hezretê Mesîh, û di peyama xwe de got :  ” Bi boneya cejna jidayîkbûna Hezretê Mesîh, pîrozbahiyeke germ li Mesîhiyên kurdistanê, Îraqê û cîhanê dikim, û hêvîdar im bi aramî û kêfxweşî cejna xwe bikin, û herwiha di peyama xwe de berdewam kir, ku Herêma kurdistanê weku pêkvejiyana neteweyî û olî wê bimîne, û cihê şanaziyê ye ku Herêma kurdistanê mêvandariya bi sedên hezaran koçber û penaberan û di nav de jî Mesîhiyên Iraqê û navçeyê dike ,
û herwiha Mesrûr Barzanî dibêje , ku Hikûmeta herêma kurdistanê, berdewam e ji dabînkirina aramiyê û pêşkêşkirina alîkariyê ji hemû kesên ji ber zordariyê berê xwe dana kurdistanê,

herwiha Hikûmeta herêma kurdistanê takezî kir, hêvî dikin şer êdî bi dawî were li navçeyê û cîhanê bi giştî û aramî û aştî li şûna wê belav bibe “.

Serokêwezîrê herêma kurdistanê
“Mesrûr Barzanî “

Leave A Reply

Your email address will not be published.