المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Peyama Serok Barzanî di Roja navneteweyî ya li dijî zordariya li ser jinan..

0 71

Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya roja navneteweyî ya li dijî zordariya li Ser jinan, peyamek belav kir û têde got  : ” îradeya sîyasî ya Herêma kurdistanê bo piştgiriya pirsa dadweriya civakî û wekheviya genderî, cinsiyet, li herêma kurdistanê kir,” .

Nêçîrvan Berzanî di peyama xwe de berdewam kir, û got :” ew ji sala “2007” an ve, û salane tê ragihandin, ji bo berfirehkirina Kar û çalakiyan bi armanca nehêlana tundûtîjiya cinsiyet û dabînkirina dadweriyê. Û herwiha ku tevî zehmetiyan, bi taybetî pîştî derketina Daîşê û tawanên wê û cenosayda Êzidiyan ku bûne sedema çêbûna qeyraneke mezin a mirovî, û Herêma kurdistanê karîbû bi awayekî dirist û hêja serrderiyê li gel vê rewşê bike. Û herwiha di beşeke din a peyama xwe de dibêje : ku hemû qeyran û şer civakê têk didin, û pêngavan paş dixin, û dibin sedema tundûtîjiyê, û jin dibin qurbaniyên serekî yên vê rewşê ne, lewma di rojeke wiha de û ji bo vê erkê pêwîsta û giringa em tekezî li ser berdewamî û hevahengiya serokatiya herêmê li gel desthilata cîbicîkirinê û civaka sivîl û mamostayên olî û ajansên UN û rêxistinên navxweyî û navdewletî dikin. Û herwiha serokatiya herêmê kurdistanê nerîneke stratejîk a berfireh xêz kiriye, weke nexşerêyek ji bo parastina maf û geşepêdanê û bihêzkirina pêgeha jinê di civakê de, û em bi hevahengiya li gel aliyên têkildarî Kar li ser wê dikin.di dawiya peyama xwe de jî “Nêçîrvan Berzanî” daxwaz ji civaka kurdistanê dike, bi awayekî çalak di Kar û çalakiyên” 16″ rojî yên rûbirûbûna tundûtîjiya li dijî jinan de beşdar bibin”..

Serokê Herêma Kurdistanê
“NÊÇÎRVAN BERZANÎ ”
25/11/2019

Leave A Reply

Your email address will not be published.