المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PÊNCEMÎN SALVEGERA PAKREWANBÛNA TÊKOŞER SELAH YÛNIS.

0 70

Yekşemê 5/12/2021ê, pêncemîn salvegera şehadeta endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê , têkoşer Selah Mihemed Se’îd Yûnis (Bavê Kovan) .

Di roja Yekşemê 5.12.2021ê de, rêxistina Amûdê ya PDK-Sê , pêncemîn salvegera pakrewanbûna têkoşer Selah Yûnis “Bavê Kovan” bi serdana gora wî li gundê Til Hebeş yê bi ser bajarê Amûdê ve, vejandin.

Herwiha bi beşdariya , xwecihiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve, partiyên siyasî, kesayetiyên bajêr û gundewarê wê û xizmên pakrewan.

 

Ji bo giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê, ji bo giyanê nemir Barzanî û ji bo giyanê şehîd Selah Yûnis deqeyek rêz hat girtin, û piştre hin axaftin hatin pêşkêş kirin.

Herwiha axaftina xwecihiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve, ji aliyê M.Mihemed Umer Şêxmûs ve, hate pêşkêşkirin, ku li ser jînenîgariya têkoşer Selah Yunis ji gelek aliyên civakî û siyasî û rola wî di Partiya Demokrat û Encûmena Niştimanî de axivî û Şêxmûs diyar kir ku têkoşer bi xebata xwe ya neteweyî ya Kurdewarî naskirî bû û ji destdana wî ziyanek ji bo hemûyan e. Û behsa qonaxên herî girîng ên têkoşîna xwe kir.

 

Herwiha axaftina malbata têkoşer ji aliyê M. Mesûd Yûnis ve, hate kirin û tê de behsa jiyana têkoşer kir û spasiya beşdarên rêzgirtinê kir ji ber dilsoziya bi şehîd re û tekezî li ser berdewamiya têkoşîna malbata xwe ya li ser rêbaza Barzaniyê nemir heta gihandina armancên gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê.

Herwiha Gelek helbest hatin xwendin û piştre jî gurzên gulan li ser gora şehîd hate danîn û li ser giyanê şehîd Fatîhe hate xwendin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.