المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PDK-sê Serdana Encûmena Milî ya Xiristiyaniyan kir bi boneya Jidayikbûna Hezretê Mesîh ..

0 63

Şendeke ji serkirdayetên Partî Demiqiratî kurdistanî _Sûriya, îro 25/12/2019, bi boneya roja jidayîkbûna Hezretê Mesîh,

serdana Encûmena Milî ya xirstiyanî li bajarê Dêrikê kirin, û ji aliyê desteya rêveber ya navborî bi serpirştiya berêz “Xesan Selîba” ve hatin pêşwazî kirin,

û piştre heman şandê serdana Kenîseya Yekîtiya Mesîhî ya incêlî ” kirin û ji aliyê keşeyê wê “Neaîm El qes”, ve hatin pêşwazî kirin, û herwiha di vê derbarî de endamê komîta Herêmî ya PDK_Sê,M,”Bilind Mela” li ser mebesta vê serdanê, wiha ji malpera ENKS ê anî ziman û got :

“Em weku şanda PDK_S ê me îro serdana birayên xwe yên xirstiyan kir li bajarê Dêrikê, bi mebesta pêşkêşkirina pîrozbahiyan a cejna jidayîkbûna Îsa yê pêxember silavê xwedê lê be”.

û Mela, berdewam kir û got :” ku di derbarî herdû hevdîtinan de me tekezî kir li ser wekhevî û aştiyê li devera me de, û bi komkirina danûsitandin û peywendiyên bi hêz di navbera me de, û herwiha ev şanda pêk hat ji endamên komîta Navendî ya PDK_S , û herwiha hejmarek ji kadirên wê partiyê.

Ragihandina ENKSê
Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.