المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Newroz bi coşeke mezin li Gundê Dirêcîkê hat Vejîn ..

0 77

Roja” 21 ê”Avdarê, roja Rizgarî û Azadiyê, roja Aştî û Rûmeta gelê kurd li dijî Stemkar û zordariyê, Îro miletê kurd li devera Dirêcîkê ya girêdayî bi bajarê Tirbaspiyê ve bi kêfxweşî pêşwaziya hatina cejna Newrozê kirin bi şahî û dîlan û bi derketina seyranan û herwiha bi xemilandina kec û xortan çil û bergên kurdî û bi bilindkirina alaya kurdistanê li ser hêviya cejneke azad û serxwebûnê.

Û herwiha di derbarî şahiya Newrozê welatiyek bi navê(Welîd Mihemed ), ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman : ” Cejna Newrozê li tevahiya miletê kurd pîroz be, û Newroz bi dadana agir bi destê Kawayê Hesinkar bû Simbola azadiyê û nîşana serkeftin û serfiraziya kurdan li her çar parçeyên kurdistanê”

, û herwiha berdewam kir Û got jî :” ku ev cejn li pîroz be li pêşmergeyên Qehreman yê li ser sînora û di sengerên şer de ji bo parastina xaka kurdistanê, û her hêviya me ew e ku rojên me tev Newroz û şahî bin”

û bi vî awayî roja Newrozê bi rengekî aştî û azadî derbas bû , tê naskirin ku xelkê Rojhilatî Qamişlo û Tirbespiyê û Gundewarên wan ji Hêla Aliyan û Sinceqê li Dirêcîkê dighin hev û Newroza xwe li wir dikin bi kêf û şadî ….

 

Wêneyên Newrozê

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo.. Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.