Şanda opozîsyona Sûriyê, di roja îniyê 1/10/2021ê de bi endamê Kongirêsê Amerîkî ji Partiya cemawar, Gonkersman Firîniş Hîl, li avahiya kongirêsê civiyan.
Herwiha şanda opozîsyonê ji serokê Komîteya Danûstandinan a Sûriyê, Enes Ebdî, serokê hevpeymaniyê, Salim Muslit, endamê komîteya danûstandinan, Îbrahîm Biro û cîgira serokê hevpeymaniyê û Rûba Hebûş, pêk dihat.
Di hevdîtinê de, şanda dijbereyê behsa girîngtirîn mijarên girêdayî pêvajoya siyasî, destûrî û mirovî kir, û daxwaz kir ku bi rejîma Sûriyê re asayî nebe.
Herwiha şanda opozisyonê, li ser jiyan, ewlehî û şert û mercên siyasî yên li herêmên rêjîm û opozîsyonê û qadên rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk rawestiya.
Herwiha Gonkersman Firîniş Hîl, bang li hemî endamên şandê kir ku bi endamên Kongirêsê re danûstendinê bikin, û destnîşan kir ku rewşa Sûrî bi giştî tune ye, û diyar kir ku Partiya cemawer dê daxwaza guhdanê li ser rewşa Sûriyê bike.
Herwiha Rewşa heyî ya herêmên kurdî mijarek din a civînê bû, M. Îbrahîm Biro, pêşkeftinên dawîn ên li herêmê vegot.
Hêjayî gotinê ye ku şanda opozisyona Sûriyê, di nav de nûnerên ENKSê, û di dema amadebûna wan de li NewYorkê û Waşîngtonê , hejmarek civîn bi berpirsên welatên pêwendîdar bi dosya Sûriyê re, û bi berpirsên Amerîkî re kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah