المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BI NÛNERÊ ENKSÊ DI HEVPEYMANIYÊ DE.

0 87

Di roja Çarşemê 25.5.2022an de nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê de bi serokatiya Dr.Ebdulhekîm Beşar Cîgirê Serokê Hevbendiyê û her yek ji birêzan: (Şelal Gedo, Îmad Berho) endamên desteya giştî ne.

Şande li baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Hewlêrê ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve, hatin pêşwazîkirin.

Di destpêka civînê de Dr.Ebdulhekîm Beşar li ser mafên dahatû yên li pêş Encûmena Niştimanî ya di çarçoveya opozîsyona Sûriyê de, bi navên wê yên cuda û giringiya girtina siyasetên li gorî pêşhatên dosyeya Sûriyê rawestiya.

Herwiha cîgirê Serokê Hevbendiya Sûriyê behsa dawîn pêşhatên siyasî û meydanî li Sûriyê kir, bi taybet derbarê pirojeya Tirkiyê ya ji bo vegera xwebexş û ewle ya penaberan bo navçeyên xwe, bêyî ku guhertineke dîmografîk pêk bîne.

 

Herwiha bal kişand ser daxuyaniyên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî ya nû bi armanca avakirina herêmeke ewle bi kûrahiya 30 km li ser sînorê bakurê Sûriyê.

Herwiha Beşar tekezî li ser giringiya berdewamiya vegera xelkê Efrînê bo malên xwe kir, tevî ku ew zehmetiyan dikişînin ji ber qedexeyên vegerê, û carna jî bikaranîna darayî, lê veger berdewame û bi awayekî eşkere zêde dibe.

Paşê, her du endamên desteya giştî nêrîn û dîtinên xwe derbarê mijarên ku hatin hildan, bi taybetî di çarçoveya zelalkirina nêrîna Encûmena Niştimanî ya Kurd di nava hevbendiyê de, dan.

Di dawiya civînê de,deriyê nîqaşê hate vekirin û ji aliyê endamên nûnertiyê ve nirxandin û mudaxele hatin kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.