المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA DI NAVBERA ŞANDEK JI HDKSÊ Û PÇKSÊ

0 49

Roja Sêşemê 14/12/2021ê de, şandek ji Partiya Çep a Kurdistan-Sûrîyê, serdana navenda Hêzên Demokrat ên Kurdî li Sûriya li bajarê Qamişlo kir, û şand ji M.Mahmûd Mela sekretêrê partiyê û Fêsel Osman endamê ofîsa siyasî pêk dihat.Û şand hat pêşwazîkirin, ji aliyê endamên ofîsa cîbicîkar .M.Nesir Îbrahîm, D.Selah Remo ve.

 

Di derbarê naveroka vê hevdîtinê de, M.Menar Osman, endama ofîsa Cîbicîkar ya HDKSê ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:

 

“Di vê hevdîtinê de, her du aliyan bi dirêjî behsa rewşa Sûriyê bi giştî û pirsa kurdî bi taybetî kirin, û di serî de mîkanîzma pêşxistin û çaksaziya Encûmenê û aktîvkirina hemû deste û ofîsên Encûmenê “.

Herwiha Osman got jî:

“Ji aliyekî din ve her du alî rawestiyan li ser danûstandinên Kurdî/Kurdî yên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û partiyên Yekîtiya Niştimanî ya bi serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê de, (ENKSê û PYNKê) û astengiyên ku li pêşiya serkeftina vê pêvajoyê ne jî gengeşe kirin”.

Di dawiya hevdîtinê de, her du alî tekezî li ser berdewamiya civînên dualî ya ku dikeve xizmetkirina gelê Kurd kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

 

Rap ort:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.