المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA GOTOBÊJKIRINA MAMOSTE FÊSEL YÛSIF DI XELEKA GENGEŞEYÊ DE YA KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTIN

0 84

Wek tê zanîn korbenda Çaksazî û guhertin di roja şemiyê 11.7.2020an de, xelekek gengeşeyê li bajarê Qamişlo hatibû li dar xistin.

 

Herwiha We xeleka jî bi taybet li ser gengeşekirina mijara danûsitendinên di navbera ENKSê û PYNKê de bû. Bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî ji hemû pêkhateyên li Cezîrê ya Kurdistana Sûriyê .

Herwiha mamoste Fêsel Yûsif hevrêzê giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye û endamê destaya serokatiya ENKSê jî ji kesên vexwendî û beşdarbû.

 

Herwiha Mamoste Fêsel Yûsif gotinek bi kurtasî pêşkêş kir di derbarê mijarê de.

Ev gotina mamoste Fêsel Yûsif e.

:”Tekez kir ku danûsitendinên di navbera ENKSê û PYNKê bi mizyarî ye (Imtiyaz). Ji ber ku Kurd pêkhatiyek Sûrî resen e, û çi rêkeftin be wê li ser bingeha nerîna Siyasî ya hevbeş be, ya ku dabîn dike herdu aliyan pabendî pêvajoya siyasî di welat de û nivîsandina destûra nih (nû).

Lê cûdahiya hinekan ji vê danûsitendinê re, rengê Sûrîyeyê jê dibe. Lê em bi rola xwe tekez dikin ku Ereb, Siryanê Aşûr û Turkiman û xeynî wan jî yên li ser xaka Sûriye dijîn ew Sûrîn e, û em û wan hevparên çarenûsê ne”.

 

*Jêdera gotina mamoste Fêsel Yûsif ji rûpela wî ye fermî ya fêyêsbûkê ye.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.