المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA DAXUYANIYA HEVKARIYA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURDISTANÎ LI ALMANIYA JI BO NERÎNA GIŞTÎ…

0 57

Wek tê zanîn hêzên Kurdistanî li cîhanê yên xwedî piroja neteweyî piştgirtiya danûsitendinên di navbera ENKSê û PYDê de digrin li Kurdistana Sûriye.

Li Welatê Almaniya jî Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Almaniya ji bo raya giştî piştgirtiya xwe ji bo yekhelwesta kurdî li Kurdistana Sûriye diyar kiriye.

Di derbarê vê yekê de,nûnerê tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriye mamoste Mihemed  Emîn Umer yê Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Almaniya ji Almanya li ser riya telefonê ji malpera me ya ENKSê re,ragihand û anî ziman:

“Wek tê zanîn li Kurdistana Sûriye di bin çavdêriya Emerîka û Fransayê pêvajoyekî li ser li hevkirina hêzên Kurdistana Sûriye destpêkiriye ,  Hevdîtin di navbeyna ENSKê û TEVDEMê de berdewame”.

Herwiha Umer axaftina xwe berdewam kir û got:

“.Tê gotin ku li ser hinek xalan li hevhatinek çê bûye,û Niha jî li ser birêvebirina herema Rojavayê Kurdistanê danûstandin berdewam dike”.

Herwiha mamoste Mihemed Emîn Umer anî ziman û got:
“Em wek Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Almanya, piştgiriya hemû gavên hevkarî û yekîtiyên ku di xizmeta kurd û kurdistanê de be û berjewendiya mafên neteweyî ya Kurdistanê bingeh bigrin”.

Herwiha Umer anî ziman û got:

“Daxwaza me ew e ku ti partiyên siyasî yên Kurdistanî ku li Kurdistana Sûriye kar û xebat dikin, li dervî vê pêvajoya Hevkariyê nemînin û cih û mafên wan jî tê de hebe “.

Herwiha Umer anî ziman û got:

“Hêviya me ji hêzên Kurdistana Sûriye ku daxwazên wan, ji sîstemek Federalîzimê kêmtir neb e ,
Heremên wek Efrîn, Girê sipî û Serêkaniyê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, her roj bi dehan Kurd tên revandin û kuştin , Divê yek ji daxwazên wan ew be ku leşkerên Tirkiyê û çeteyên ser bi Tirkiyê, ji herema Kurdistana Rojavayê bên derxistin”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.