المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA TIL TEMIR YA BI SER ENKSÊ VE.

0 64

Encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja Duşemê 31.1.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de, M.Qasim Xelîl serokê xwecihiyê bi xêrhatina hemû beşdariyan kir û piştre kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û endamên xwecihiyê rewşa rêxistinî û mekanîzmaya xebata sala nû nîqaş kirin. .

Her wiha Serokê Encûmenê behsa rewşa siyasî ya Sûriyê kir û her wiha di civînê de endaman li ser rewşa niha ya ewlehiyê û rewşa piştî bûyerên zindana Xiwêran li Hesekê û tundkirina ewlehiyê li Sûriyê gotûbêj kirin. piraniya bajaran di encama reva hinek endamên DAIŞê de û zêdekirina azarên xelkê, ku ji ber şert û mercên aborî û bihayên giran ên dîn, êdî nikarin aloziyên zêdetir ragirin, herwiha pesna hevkariya herdu aliyên sînor jî kir. vekirina dergehê Pêşabûr, ji bo berjewendiya xelkê.

Di dawiyê de Serokê Encûmenê spasiya endamên Encûmenê kir ku berdewamin li ser karê xwe.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.