المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSÊ VE.

0 71

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja çarşemê 30.3.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Ebdelah Ahmed hat xwendin.

Endaman rewşa rêxistinî şîrove kirin û tekezî li ser pabendbûna bi biryarên Encûmenê kirin û kar ji bo beşdarbûna di çalakiyên ku Encûmenê de,li dar dixin kirin.

Herwiha xebatên ku di meha Avdarê de, ji aliyê Encûmenê ve hatine kirin hatin nîqaşkirin û nirxandin û ji bo sererastkirina şaştiyan û pêşxistina mekanîzmaya karê Encûmenê qadên kêmasiyan hatin destnîşankirin.

Di civînê de çend mijar û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin û ji aliyê hemû endamên Encûmenê ve nêrîn hate ragihandin.

Herwiha rewşa siyasî û pêşhatên dawî li ser qada navneteweyî û herêmî bi giştî û qada Sûriyê û herêmî bi taybetî hatin gotûbêjkirin.

Di dawiyê de, Serokê Encûmenê spasiya endamên Encûmenê kir li ser kar û xebatê yên di meha Avdarê de kiribûn.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.