المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA ŞAXÊN XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA ASAYÎ

0 77

Di roja Duşemê 15.11.2021ê de, encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî ya şaxên bi ser wê ve lidarxist,û mijarên giring bi hev re gengeşekirin.

Herwiha rewşa rêxistinî hat gengeşekirin û tekezî li ser firebûna şaxê bajar û gundan hat kirin .

Û di derbarê wê de, xwecihiyê spasiya hemû endamên beşdar kir li ser berdewamiya wan li ser kar û xebatê ji bo piroja netewî ya ku ENKSê xwediyê wê ye li Kurdistana Sûriya.

Herwiha, serokê xwecihiyê M.Idrîs Şêx Xelef,rawestiya li ser hemû bûyerên siyasî yên nû li ser qada Sûriya bi giştî û li ser qada Kurdistana Sûriyê bi taybet.

Herwiha Şêx Xelf, bi awayekî berfireh behsa serdana vê dawiyê ya şandeya ENKSê li gel opozisyona Sûrîyê bo NewYorkê kir, û hevdîtinên ku wan bi nûnerên gelek welatan re kirin, di nav wan de Ewropî, herêmî û Erebî, û hevdîtinên wan bi berpirsiyarên Amerîkiyan re jî.Û civat rawestiya li ser naveroka ancamên gera şeşan ji danûstandinên di navbera Opozisyonê û rêjîma Sûrî di derbarê gengeşekirin û nivîsandina destûrek nû bo Sûrî û ancamên hevdîtina di navbera şanda komîta pêwendiyên derv e ya ENKSê bi wezareta derv e ya Rûsî re.

Û ji aliyekî din ve,civat rawestiya li ser liv û tevgera Eniya Aştî û Azadiyê.

Herwiha Şêx Xelef, bi awayekî berfireh rawestiya li ser danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de û di derbarê wê de, tekezî li ser giringiya berdewamiya van danûsitendinan û serkeftina wan hat daxwazkirin û li ser amadekariyên ENKSê jî ku dîsa danûsitandin dest pê bike bi dabînkirina Emrîkan û fermandarê HSDê hat xuyakirin.

Herwiha, Civat rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdî (Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî) yên di bin kontirola Tirkiya û komên Çekdar de yên bi ser wê ve, û binpêkirinên di derheqê xelkên resen ve rûdide ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve wekî (kuştin, revandin, talankirin, şewitandin û koçberkirin …hwd).Û gefên Tirkiya ji her demekê bi êrîşkirina li ser deverên kurdî.

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî û estengiyên jiyanê di vê qonaxa hestiyar de, ya ku gelê me têde derbas dibe, bihabûna nirxê dolar û bilindbûna nirxê hemû  pêdiviyên jiyanê.

Û bi taybet li ser estengiyên cotkaran di derbarê kêmbûn û tinebûna tovên çandiniyê bi taybet genim.

Her wiha, hemû mijarên giring ,ji aliyê hemû endamên beşdar hatin şirove û gengeşekirin bi awayekî zelalmendî.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.