المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA OFÎSA JIN Û ZAROKAN YA BI SER ENKSÊ VE.

0 115

Nivîsîngeha Jin û Zarokan ya bi ser ENKSê ve, di roja Yekşemê 21/11/2021ê de civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo lidarxist.

Herwiha bi amadebûna berpirsa ofîsê xanim Ariya Cuma û endamên ofîsê.

Herwiha di civînê de, rewşa rêxistinî ya ofîsê û mekanîzmaya geşepêdana wê hate gotûbêjkirin û xebatên ku di heyama berê de hatine kirin nirxandin.

Û ji aliyekî din ve, civatê behsa kampaniya ya li dijî tundiya li ser jinan kir ku di 25ê vê mehê, meha Mijdarê de û 16 rojan berdewam dike, û biryar hat dayîn ku ev kampaniya bi çendîn cuda û cûrbicûr çalakiyan were lidarxistin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.