Home / Çalakî / Nameya Serok Mesûd Barzanî ji bo Raya Giştî derbarê Rojavayê Kurdistanê ..

Nameya Serok Mesûd Barzanî ji bo Raya Giştî derbarê Rojavayê Kurdistanê ..

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bilî wê yekê ku di dema derbasbûyî de me gelek hewlda ku şer û nearamî ji gelê Kurd li Sûriye dûr bikevê û êdî êş û karesat rû nedin, lê belê mixabin li çend rojên derbasbûyî navçeyên Kurdnişînên Bakûrê Sûriye tûşî êrîş û rewşeke metirsîdar bûn.
Berdewambûna şer û wê rewşa metirsîdar, gefeke gelek ciddîye li ser jiyana xelk û asayîş û aramiya giştî ya navçeyê dike armanc.
Li vir da bi pêwîst dizanim bi xelkê xweragirê Kurdistanê û hemû aliyan rabigihînim ku sedemên wê şerê her çi bûbin û her aliyek kêmterxem bûbê yan destê wan li vê rewşa tirsnak da hebûbê, niha dem, dema muzayedatên bêfeyde û nêrînên atîfî û helçûnê nîne. Dema eweye ku em hemû aliyek her çi hewl û şiyana me da heye bikarbînîn bo ku dawiya vê şerê bê û êdî xelkê bê tawan baca wê rewşa metirsîdar nedin û rê li guherîna demografyaya wan navçeyan jî bêgirtin.
Mesûd Barzanî
12.10.2019

بەناوی خودای بەخشندە و میهرەبان

سەرباری ئەوەی لە ماوەی ڕابردوو هەوڵی زۆرمان دا كە شەڕ و ناسەقامگیری لە گەلی كورد لە سووریا دوور بكەوێتەوە و چیتر نەهامەتی و كارەسات ڕوو نەدەن، بەڵام بەداخەوە لە چەند ڕۆژی ڕابردوو ناوچە كوردنشینەكانی باكووری سووریا تووشی پەلاماردان و دۆخێكی مەترسیدار بوونەتەوە.

بەردەوامبوونی شەڕ و ئەو دۆخە مەترسیدارە، هەڕەشەیەكی زۆر جدییە بۆ سەر ژیانی خەڵك و ئاسایش و سەقامگیریی كۆی ناوچەكە دەكاتە ئامانج.

لێرەدا بە پێویستی دەزانم بە خەڵكی خۆڕاگری كوردستان و لایەنەكان ڕابگەیێنم كە، هۆكارەكانی ئەو شەڕە هەرچییەك بووبن و هەر لایەنێك كەمتەرخەم بووبێت یان دەستی لەم دۆخە ترسناكە هەبووبێت، ئێستا كات، كاتی موزایەداتی بێهوودە و بۆچوونی عاتیفی و هەڵچوون نییە. كاتی ئەوەیە كە هەموو لایەكمان هەرچی هەوڵ و توانامان هەیە بەكاری بهێنین بۆ ئەوەی كۆتایی بەو شەڕە بێت و چیتر خەڵكی بێ تاوان باجی ئەو دۆخە مەترسیدارە نەدەن و ڕێگەیش لە گۆڕینی دیموگرافیی ئەو ناوچەیە بگیرێت.

مسعود بارزانی

About Raid Mihemed

Check Also

Serokê Herêma kurdistanê û Serokwezîrê Hikûmetê roja Jidayikbûna Pêxwember pîroz dikin ..

Herdû birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Berzanî, peyamên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *