MALBATA EHMED MIHEMED JI RÊXISTINÊN NAVDEWLETÎ DAXWAZA ALÎKARIYÊ DIKIN JI BO ÇARENIVÎSA KURÊ WAN DIYAR BIBE ….
Li gorî zaniyariyan , piştî kirîza Sûriye rû da bi sedan xelk bê ser û ber û bê şûn man , û çarenivîsa wan ne diyar e.
Ehmed Mihemed di sala 1988an jidayikbûye li bajarê Til Temir , yek ji wan kesê ku ta niha nediyar e .
Di derbarê vê yekê de,yek ji xizmên Ehmed Mihemed ku ne dixwest navê xwe bide diyarkirin , ji nûçegihanê me re axifî û anî ziman:
“Çîroka mirovê min Ehmed ew xwendekarê sala çara bû di zanîngehê de , Lê di wê demê de,leşkeriya neçar dikir ya bi ser PYDê ve , di sala 2015an de, bajarê Til Temir rastî êrîşkirineke terorîst dibe,ji aliyê rêxistina terorîst ya DA’IŞ ê , û bi dehan ciwanên lêşgerên neçar yên bi ser PYDê ve, bûn pakrewan li ser destên rêxistina terorîst ya DA’IŞê , di wê demê de,malbata Ehmed hat agahdarkirin ji aliyê saziya malbatên pakrewanan ya bi ser PYDê ku kurê wan bûye pakrewan di wî şerî de “.
Mirovê Ehmed Axiftina xwe berdewam kir û got :” Lê malbata Ehmed ta niha bawer nekirine ku kurê wan Ehmed miriye , ji ber hin agahiyên taybet ketine bin destên me de ,ku Ehmed ta niha sax e , lê em nizanin ka li kuderê ye” .
Herwiha xizmê Ehmed anî ziman:
“Hin ji wan agahiyan dibêjin ku Ehmed di dema êrîşkirina rêxistina DA’IŞ bi ser bajarê Til Temir hatiye girtin û ketiye nav destên DA’IŞê û piştre radestî Şigalê bûye û wan jî wî radestî Heşda şabî ya Îraqî kirine ,
Lê em nizanin ev agahî ta Kîjan radeyê rast in “.
Herwiha xizmê Ahmed Mihemed di dawiya axaftina xwe de banga xwe dighîn e rêxistinên mafê Mirovan yên Cîhanî ta ku alîkariya wan bikin ji bo diyarkirina çarenûsa kurê wan .
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah