المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LIV Û TEVGERA HEMÛ HÊZÊN BEŞDAR LI SER XAKA KURDISTANA SÛRIYA NE XWEZAYÎ YE..

0 59

Piştî êrîşkirina Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve,bi ser deverên Kurdistana Sûriye, bi taybet ev êrîşkirina dawî ya ku hat kirin piştî biryara serokê Emrîka Donald Turamp bi vegşandina hêzên Emrîkan ji hin deverên Kurdistana Sûriye.

Ji ber vê yekê,hêzên Rûsiya li gorî berjewendiyên xwe xwest roleke giring bilîze li  Kurdistana Sûriye bi taybet di derbarê biryara agirbestê de,dinavbera Tirkiya û hêzên HSDê de.

Her wiha ji aliyekî din jî de,vegerandina artêşa Sûriye li seranserî sînorê Tirkiya û Sûriye.

Her wiha ji aliyekî din jî rêveberiya Emrîkan li ser asta berpirsiyarên bilind dijî biryara serokê Emrîkan Donald Turamp sekinîn û xwe dîtin xwediyê gunehê herî mezin di derbarê êrîşkirina Turkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,bi ser herêmên Kurdistana Sûriye.

Her wiha di vê dema dawî de,liv û tevgera hêzên Emrîkan û Rûsiya balkêş bûne li herêmên Kurdistana Sûriye.Li gelek deverên Kurdistana Sûriye hêzên Emrîkan li hember dewriyatên Rûsiya derdikevin, û tê asta ku pevçûnên bi destan çêbûn.

Her wiha hêzên Emrîkan gelek caran dewriyên hêzên Rûsiya vegerandine cihê ku dûrî hêz û bingehên Emrîkan bibib.

Ji ber vê yekê hêzên Rûsiya dewriyatê xwe di riyên gelekî qaçax re derbas dikin ta hêzên Emrîkan wan nebînin.

Di derbarê vê yekê de jî,xelkên herêma Kurdistana Sûriye pir di metersiyê de dijîn, ji ber ku dewriyatê Rûsiya yên li ezman û li ser suyê erdê bê rêzdarî liv û tevger dikin,di her cihî de derbas dibin bêyî ku rêzdariyê bidin xelkên herêmê.

Her wiha ji aliyekî din jî,hêzên Rûsiya û Tirkiya berî demekê dewriyên hevbeş derdiketin û li deverên herêma Kurdistana Sûriye digeriyan li gorî bendê rêkeftina Edena , Lê anha Tirkiya nema bi Rûsiya re wan dewriyatên hevbeş bi kar tîne.
Ji ber ku di vê dema dawî de,navbera Rûsiya û Tirkiya gelekî lawazbûye.li gorî ragihandinên her du aliyan,li ser rewşa Idlibê.

Her wiha ji aliyekî din jî,Emerîkan hêzên xwe xurt dike û berfire dike bi taybet li bingeha Til Bêder ya dikeve ser riya giştî ya Hesekê Û Dirbêsiyê û wek tê zanîn Til Bêder dikev başûrî riya M4(navdewletî) bi dûriya nêzîkî 300m metro.

Her wiha piştî topbarankirina herêma Zirgan ya bi ser bajarê Ebûrasên û gundewarê Til Temir bi topên giran ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve,di dema dawî de,beşekî mezin ji hêzên Rûsiya yên li cihê westîgeha çêlekan li Til Temir bi cih bûbûn vegşiyan.

Her wiha ji aliyekî din jî,deriyê ku Tirkiya di navbera bajarê Dirbêsiyê û Amûdê vekiribû,ji bo ku dewriyatê wan û Rûsiya yên hevbeş bên bi kar anîn,li gorî çavkaniyek taybet û şopandina nûçegehanê me di derbarê vê mijarê de,ji nêzîk ve girtina wênê taybet ji wî derî re ew derî hatiye girtin bi Hesin ango hatiye Girtin  ji aliyê hêzên Rûsiya.

Her wiha hêzên Tirkiya li hember dewriyên Rûsiya jî derdikevin, li herêmên Kurdistana Sûriye û wan vedigerînin.

Her wiha hêzên artêşa Sûriye jî,li himber dewriyên Emrîkan derdikevin û wan vedigerînin.wek li gundê Til Şamîran yê bi ser bajarê Til Temir ve.

Hêjaye gotinê ku xelkên herêma Kurdistana Sûriye di metersînê de dijîn.û hêviya wan ma ku aliyên siyasî bi taybet tevgera Kurdî bighên yek helwest ji bo parastina mafê gelê kurd li Sûriye.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.