المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI KURDISTANA SÛRIYÊ JI BER KÊMBÛNA BARANÊ ÇANDINÎ TÊKÇÛN .

0 112

Wek tê zanîn sala bûrî(sala çû 2021z) ji ber kêmbûna barandina baranan li herêmên Kurdistana Sûrî bi taybet çandiniyên li ser baranan ti berhem nehatin çinîn ji ber vê yekê jî ku piraniya çotkaran zeviyên xwe firotinbûn xwediyên ajalan.

Herwiha di vê salê de jî, ji ber Kêmbûna baranê di werzê çandiniyê yê niha de, bûye sedema têkçûna werzê çandiniyê, nemaze berhemên genim û ceh li piraniya deveran ku li ser baranan in, di heman demê de ziyan gihîşt zeviyên avdanî ji ber derengkirina dabeşkirina mazotê ji aliyê Rêveberiya bi ser PYDê ve.

 

Wek dihat diyarkirin,di mehên Reşemî û Nîsana îsal de, li seranserê herêma Cezîrê barîna baranê bi temamî rawestiya, û ev yek bû sedem ku demsala çandiniyê têkçû, nemaze berhemên genim, ceh û nîsk, bi rêjeya zêdetir ji 90. Li gorî statîstîkên fermî yên hikûmeta rêjîma Sûriyê.

Û ti alî alîkariya cotkarên belengaz nekirin û ti piştgirtî ji wan re nehat kirin.çi ji aliyê rêveberiya bi ser PYDê ve,û çi ji aliyê rêxistinên alîkariyê ve.

Di derbarê vê yekê de,çotkarek ji herêma bajarê Dirbêsiyê bi navê bavê Mihemed ji me re axivî û anî ziman:

“Bi rastî em nizanin em ê berê xwe bidin kê ji bo peydakirina tovê zeviyên xwe.ji bo demsala bê ya çandiniyê Ji ber ku dema çandiniyê ya sala çû me tov peyda nekir”.

Herwiha cotkar got jî:”Ev rewş em rêveberiya bi ser PYDê ve,dikin berpirsiyar,ji ber ku ew xwe tenê dibîne desthilat li herêmê.Ji ber ku vê rêveberiyê sala çû tov bêtir dane cotkarên hal xweş yên ku çandiniyên wan li ser avdanê bûn.Ji dêvla ku tov bidana cotkarên xwediyên zeviyên ku çandiniyên wan li ser barana ne yên ku ti berhem ji wan re nehat sala bûrî ji ber kêmbûna baranan.Ji ber ku xwediyên çandiniyên avî bi giştî tovên xwe ji berhemên xwe hiştibûn ji bo îsal û dema ku rêveberî tov dide wan û ew wî tovî ji derve divroşin mîna cotkarên belengaz bi nirxekî pir bilind Û ev tê wateya ku ev aliyê berpirsiyr bi awayekî binkeftî rewşa cotkaran dişopînin “.

Ji ber vê yekê, cotkarên ji herêmên Kurdî erdên xwe wek genim û ceh hatiye çandin ji bo xwediyên sewalan bi nirxê kêm garantî kirine.Û ziyanên madî yên mezin ên ku di demsala duyemîn de li pey hev ketine, dibe ku ew neçar bikin ku neçînin. di demsala bê de, ji ber xemsariya rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê ve, di warê çandiniyê de.

Hêjaye gotinê ku ev rewş bêtir berê xelkên mayî dide ber bi koçberiyê .

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.