Home / Çalakî / LI KOBANÊ PDKSÊ DÎSA OFÎSA XWE BI AWAYEKÎ FERMÎ VEKIR .

LI KOBANÊ PDKSÊ DÎSA OFÎSA XWE BI AWAYEKÎ FERMÎ VEKIR .

Di roja duşemê,25.1.2021ê de,li Kurdistana Sûriya,li bajarê Kobanê PDKSê dîsa ofîsa xwe bi awayekî fermî vekir piştî girtina7salan .

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û nûnerên partiyên ENKSê û nûnerê partiya dîmiqratî ya pêşverû,û bi beşdarbûna rûsipiyên Êlan

Herwiha pîştî rawestandina xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê,

Endamê komîta navendî ya PDKSê mamoste Elî Ibrahîm bi xêr hatina hemû mêvanên beşdar kir û hevalên xwe pîrozbahî kir bi boneya vekirina ofîsê.

Herwiha gotina partiya pêşverû ji aliyê mamoste Mistefa Henîfî endamê ofîsa siyasî hat gotin.

Û di derbarê gotina wî de,tekezî li ser giringiya danûsitendinên Kurdî û berdewamiya wê kir.

Herwiha gotina encûmena xwecihî ya bajarê Kobanê ya bi ser ENKSê ve,ji aliyê serokê xwecihiyê mamoste Berkel Elahme ve hat axaftin.

Gotina wî di derbarê rewşa siyasî ya qonaxa anha û danûsitendinên Kurdî de bû.

Herwiha kesayetên serbixwe mamoste Mihemed Elî Hisên û parêzer Ferhad Baqir jî axivîn.

Gotinên wan di derbarê serkeftinê û pîrozbahiya PDKSê li ser vê gavê bi aliyekî rast de.

Herwiha di dawî de,mamoste Ebdulkerîm Mihemed, endamê komîta siyasî ya PDKSê,spasiya hemû mêvanan kir li ser beşdarbûna wan.

Wek tê zanîn ofîsa PDKSê li bajarê Kobanê hatibû girtin ji dema ku rêxistina DA’IŞ ya terorîsk sala 2014an êrîşî bajarê Kobanê kiribû.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

About Raid Mihemed

Check Also

AMÛDÊ :LÊKOLÎNER KONÊ REŞ FÊRDANEK LI SER MIR CELADET BEDIRXA PÊŞKÊŞ KIR.. 

Bi boneya salvegera koçkirina 70emîn a Mîr Celadet Bedirxan, nivîsgeha PYK-Sê li bajarê Amûdê û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *