المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI HESEKÊ :AV Û NAN LI SER HIN PENABERÊN SERÊ KANIYÊ TÊN QUTKIRIN JI BO NECAR BIBIN KU HERIN LI KAMPÊ BI CÎ BIBIN…

0 59

Li Dibistanên bajarê Hesekê gelek Penaberên Serê Kaniyê û Gundewarê wê hene li wir dijîn , lê vê dawiyê Rêveberî Hin caran Av û Nan ser wan dibire ji bo neçar bibin û berê xwe bidin Kampan .

Li gorî şopandina nûçegehanê me di derbarê vê mijarê de,wek tê zanîn bûye demek tê ragihandin ji aliyê rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve,bi veguhistina penaberên Serê Kaniyê yên di nava Dibistanan de li bajarê Hesekê bi cih bibûn wan bibin  konan li kampan,

û li gorî zaniyariyan kampak ji penaberên Serê Kaniyê yên di nava  Dibistanan de avakirine li rojhilatî bajarê Hesekê, Û hemû penaber ne razîn e  ji vê biryara di derbarê veguhistina wan .

Di derbarê vê yekê de,penaberekî ne dixwest navê xwe bêje ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman :
“Bi rastî em nema zanin em ê çi bikin ji ber vê biryara di derbarê vegehistina me de, Ji aliyekî em zanin ku cihê penaberan li kampa ye,lê ji aliyekî din jî hûn dizanin werzê zivistanê nêzîk dibe û jiyana kampa di heman dema de nexweş e ,

Û ev biryar jî ketiye di warê cîbicîkariyê ji aliyê rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve,ji bo hemû dibistanan vala bikin li gorî ew dibêjin em bûne asteng li hember xwendekaran ji bo perwerdê”.

Herwiha yê penaber berdewam kir û got:

“Piştî ku ev piryar ketiye cîbicîkariyê biryarî ne rewa tên bi kar anîn li ser hin dibistanan wek av û nan tên qut kirin û birîn li ser penaberên ku hîn di nava dibistanê de mane ta neçar bibin ku ji nava dibistanê derkevin û berê xwe bidin kampê”.

Lê wek tê xuykirin êş û derdên penaberan li Kurdistana Sûriye roj bi roj zêde dibe, Ji ber ku ji aliyekî werzê zivistanê Nêzîk dibe û ji aliyekî din jî hin penaber xwendekarên wan hene û piraniya semiyanên malbatên penaberan li nava bajarê Hesekê kar dikin ji xwe re û dixebitin ji bo debara jiyana xwe bikin,

Ji ber vê yekê dema herin kampê wê karkir û xwendekar dûrî cihê perwerdê û karê xwe bibin ev yek ji sedemên ku penaber ne razîne ku herin kampê.

Hêjaye gotinê ku êş û derdên penaberan bi dawî nabin ta ku venegerin ser mal û milkên xwe,Û ev jî vedigere li ser civak navdewletî ta wan komên Çekdar yên bi ser Dagirkerên Tirkiya ve û Tirkiya jî ji herêmên Kurdistana Sûriye derxînin û ew herêm têkevin bin parastina civaka navdewletî ta aramî û bawerî li cem nişteçiyên wan herêman yên koçber  çê bibe ji bo ku vegerin ser mal û milkên xwe bi azadî.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.